​​​​​​​Paneleke diyalogê li ser şerê taybet û bandora wî li ser jinan

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê paneleke diyalogê li ser şerê taybet, bandor û armancên wî li dar xist.

​​​​​​​Paneleke diyalogê li ser şerê taybet û bandora wî li ser jinan
12 nîsan, 2023   14:41
DÊRAZOR

Panel li hola Meclisa Sivîl a herêma 7 Kîlo hat lidarxistin, tê de nûnerên jinan ên meclisên xwecih û sivîl û leşkerî yên Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şahnaz El Hefel got: "Gelek armancên kûr ên şerê taybet hene, yek ji wan têkbirina serkeftinê û windakirina nirx û adetên civakî ye."

Hevseroka Meclisa Sivîl Fatme El Merwan jî îşaret bi rola jinên Dêrazorê di standina biryaran de nexasim piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ'ê kir û got: "Divê jin ji ajandayên derve û komployên ku dixwazin îradeya wan têk bibin û rola wan di civakê de tune bikin, hişyar bin."

Di dawiyê de, hevseroka Meclisa Zagonsaz Duha El Salih destnîşan kir ku jin li hember hişmendiya baviksalariyê bi ser ket û li dijî hemû cûreyên şerê taybet bi lehengî li ber xwe didin.

(mh/şx)

ANHA