Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê

Barana zêde ku duh li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyyeê bariye, zirar gihand zeviyên navçeya Zirganê. Li gorî rayedaran, herî zedî li zeviyên bequlî xesar hatiye.

Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
Zîpik zirar gihand zeviyên Zirganê
12 nîsan, 2023   14:19
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke zêde bariye. Lê li navçeya Zirgan û Dirbêsiyê tevî barana zêde zîpik jî bariya ku xesarên mezin li zeviyan hatin. 

Ji bo naskirina xesaran Endamên Komîteya Çandiniyê ya navçeya Zirganê di nava zeviyan de geriyan.

Endamê Komîteya Çandiniyê û Rêveberiyê Beşa Hilbirîna Sebzeyan yê Zirganê Mihemed El Xelîl destnîşan kir ku wan komîteyeke ava kiriye da ku raporekê der barê xesaran de amade bike. Li gorî raporê, bi rêjeya ji sedî 70 xesar li zeviyên genim û ceh, ji sedî sed jî li zeviyên baqil, gijnij û nîskê hatiye.

El Xelîl got: “Xebatên me ji naskirina xesaran berdewam e. Em dê wê bikin rapor ji Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêşkêş bikin."

Endezyarê çandiniyê Ismaîl Ebdulqadir jî diyar kir ku rêjeya barîna baranê li navçeya Zirgan gihaşt ji sedî 25.

Ebdulqadir bang li cotkaran kir ku heke rêjeya xesarê kêmtirî ji sedî 50 ye divê gubreyên organîk li zeviyan bireşînin, ji bo ku ji nû ve mezin bibin. Lê heke rêjeya zirarê zêdetirî ji sedî 50 ye divê cureyeke din biçînin an jî wê bikin çêrgeh.

(dm/şx)

ANHA