Çeteyan ciwanek revand û milkên wî dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî ya dagirkirî ciwanek revand û milkên wî dizîn.

Çeteyan ciwanek revand û milkên wî dizîn
6 nîsan, 2023   19:48
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî dane ajansa me, çeteyên ʹpolîsa leşkerîʹ yên dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Mihemed El Ocan ji mala wî ya li taxa Minbetêh a rojavayê  kantonê revand.

Çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyan ji wî ciwanî 7 hezar dolar, erebeya wî, telefona wî û ya hevjîna wî dizîn.

Li gorî heman çavkanî, çeteyan ciwan sewqî nava ʹpolîsên leşkerîʹ kir.

(mh)

ANHA