Li Qamişloyê merasîma oxirkirina du şehîdan

Şêniyên Qamişloyê cenazeyên endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihmê û welatparêz Mistefa Mihemed li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Li Qamişloyê merasîma oxirkirina du şehîdan
5 nîsan, 2023   11:35
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Mihmê ji ber nexweşiyê de di 2`yê Nîsanê de şehîd bibû, kesayeta welatparêz Mistefa Mihemed jî 1`ê Nîsanê di encama krîza dil de şehîd bibû. Ji bo herdu şehîdan îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Malbat û hevrêyên şehîdan û şêniyên bajêr beşdarî merasîmê bûn û wêneyên şehîdan û alên Meclisa Malbata Şehîdan bilind kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şêro Şero axivî. Şero sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku herdu şehîd ji malbatên welatparêz in, ên xwedî dîrokek dirêj a têkoşîn û fedakariyê ne û got, “Şoreşa me şoreşa şehîdan e.”

Şero di axaftina xwe de radestkirina gerîla Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û wiha dom kir: “Bila tevahî sîxur û ajan bizanibin ku dê gel wan efû neke. Weke malbatên şehîdan, heta em hesab ji wan xayînan nepirsin û wan ceza nekin, em rihet nabin.”

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî jî soza bilindkirina têkoşînê da û got: “Saziyên me yên ewlehiyê bi hevgirtina hemû pêkhateyan, dê serwerkirina ewlehî û aramiyê bidomînin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Tahir jî bi navê malbata şehîd Mistefa Mihemed axivî û bi van gotinan bal kişand ser têkoşîna şehîd Mistefa: “Di nava şoreşê de bi rolek mezin rabû û di gelek saziyên şoreşê de kar kir û têkoşiya.”

Kurapê şehîd Îbrahîm Mihmê, Rêvîn Şêxmûs jî axivî û diyar kir ku malbata şehîd Îbrahîm di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de 3 zarokên xwe dan û wiha pê de çû: “Ruxmî ku şehîd Îbrahîm gelek caran rastî zextên hikumeta Şamê hat, lê belê wî meşa xwe di rêya azadiyê de dewam kir.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên herdu şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hatin veşartin.

(c)

ANHA