Projeya avakirina avahiya Zanîngeha Rojava hat destpêkirin

Rêveberiya Xweser projeya avakirina avahiya Zanîngeha Rojava li gundewarê Qamişloyê da destpêkirin.

Projeya avakirina avahiya Zanîngeha Rojava hat destpêkirin
4 nîsan, 2023   16:15
QAMIŞLO

Li gorî agahiyan, ev proje mezintirîn projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Zanîngeh wê qadeke ku firehiya wê 800 donim e were avakirin û têra zêdetirî 20 hezar xwendekaran bike. Ji bilî holên perwerde û çalakiyên hunerî, dê stad û parkek werin avakirin. Her wiha dê avahiyên rûniştinan xwendekar û kadaroyên perwerdeyê werin avakirin.

Biryar e ku avakirina du yekîneyên bicihbûnê ji bo xwendekaran îsal bi dawî bibe. Ev yekîne wê têra derdora 700 xwendekaran bike.

(bb)

ANHA