​​​​​​​Civîna cîgirên wezîrên karên derve li Moskovê dest pê kir

Civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Moskovê tê lidarxistin.

​​​​​​​Civîna cîgirên wezîrên karên derve li Moskovê dest pê kir
4 nîsan, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya hikumeta Şamê da zanîn ku civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Rûsya, Îranê û Tirkiyeyê li paytexta Rûsyayê Moskovê dest pê kiriye.

Ev dan û standin di demekê de tên kirin ku hikumeta Şamê bi israr e têkildarî vekişîna artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyeyê, rawestandina piştgiriya komên çeteyan garantiyan dixwaze û dewleta Tirk jî dixwaza vê civînê ji bo hilbijartinan bi kar bîne.

Rojnameya El Weten a hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, got: “Heta niha aliyê Tirkiyeyê li ser tevlêbûna cidî ya van dan û standinan li gorî van bingehan, tu daxuyanî nedane. Tirkiyeyê tevlêbûna van dan û standinan li ser van bingeh û sozdayîna vekişîna ji xaka Sûriyeyê, red dike. Ev tê wateya ku dê civîn negihêje encamên ku bikarin li gorî wan ber bi gava din a siyasî û ewlehiyê ve biçin.”

(fr/c)