2 kesên ku xebatên kolandinê û lêgerîna şûnwaran dikirin hatin girtin

 Hêzên Ewlekariya Hundirîn du kesên ku di kolandina cihên şûnwarî de kar dikir û şûnwar difirotin girtin.

2 kesên ku xebatên kolandinê û lêgerîna şûnwaran dikirin hatin girtin
19 adar, 2023   10:24
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên dijî Tawanan du kesên ku di kolandina şûnwaran de dixebitin, girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Roja Pêncşemê 9ʹê Adarê, Hêzên li Dijî Tawanan xwe gihandin du kesên ku di kolandina şûnwaran de dixebitin. Piştî lêkolînên berfireh ew herdu hatin girtin. Her wiha gelek alavên ku di karê xwe de bi kar dianîn, desteser kirin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di lêpirsînê de her du kes li xwe mikur hatin ku wan bi armanca bazirganî bi şûnwaran dikirin ji bo pereyan qezenc bikin.

Li gorî daxuyaniyê, her du kesradestî Dozgeriya Giştî hatin kirin da ku rêkarên qanûnî yên pêwîst li dijî wan temam bikin.

(bb)