​​​​​​​Li Bakur û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevî hewaya sar û baranê jî bi sed hezaran kes diherikin qadên pîrozbahiyê. Di Newroza îsal de azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê qîrkirin û Neworz diyarî bi hezaran qurbahiyên erdhejê tê kirin.

​​​​​​​Li Bakur û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin
19 adar, 2023   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Stenbol, Wan, Îzmîr, Êlih, Sêrt, Îdir, Mûş, Çewlik, Dêrsim, Mêrsîn, Gever, Tetwan, Qoser, Aydin, Antalya, Enqere, Bursa, Tekîrdag, Kocaelî, Mûgla, Denîzlî, Manîsa û Balikesîrê agirê Newrozê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî " û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê vêxistin.

Li qadê Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" têne qîrîn.

Pîrozbahiya Newrozê îsal bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk tê lidarxistin.

WAN

Li Wanê tevî hewaya sar û şiliyê jî bi hezaran kes herikîn Qada Newrozê ya li kêleka Keleha Wanê. Ji ber erdhejê ekîbên def û zirneyê bernedan qadê. Her wiha dê li ser dikê jî stranên dîlanê neyên guhdarîkirin. 

Di pîrozbahiyê de tê payîn azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê qîrkirin û dê bi deh hezaran qurbaniyên erdhejê werin bibîranîn.  

STENBOL

Ji serê sibehê ve ji gelek navçeyên Stenbolê bi hezaran kes bi rê ketin û berê xwe dan Qada Yenîkapiyê ku Newroz lê tê pîrozkirin û li qadê dikeke mezin a ji rengê reş hate danîn.

Hin kes ji beşên ketinê yên Metroya Marmaray ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Ji aliyê Aksarayê ve girseya gel dikevin qadê.

Li gel baranê li Qada Yenîkapiyê girseya gel kom dibe. Tevlîbûna zêde ya ciwanan balê dikişîne. Li qadê alên HDP û Partiya Kesk Çep tê hildan.

ÎDIR

Li Îdirê gelên Kurd, Tirk, Turkem û Azerî ji bo pîrozbahiyên Newrozê li qadê kom bûn. 

Duh bi şev Qada Kiliçlar ku Newroz dê lê were pîrozkirin bi alên TJA, DBP, HDP û Partiya Çep a Kesk hate xemilandin. Bi kurdî, tirkî û Ingilîzî pankartên “Her der Newroz, her dem azadî”, “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. 

ÇEWLIG

Gel bi cil û bergên kurdî berê xwe da cihê pîrozbahiya Newrozê ya li Çewligê û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan da. Newroz li Qada Newrozê ya Taxa Sarayê tê pîrozkirin û pankarta "Bila Çewlig weke herêma karesatê bê îlankirin” hatibûn daliqandin.

Rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk ên Çewligê, aktîvîstên TJA’yê, endamên Dayikên Aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn.

Êlihê


Ji gelek deverên bajar bi hezaran kes ber bi qada Newrozê ve diherikîn û li benda pîrozkirina Newrozeke dîrokî ne. Girse, ji du baskan ve ber bi Qada Newrozê ya li Taxa Pazaryeriyê ve dimeşe. Welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kirine, tililiyan diavêjin, nîşaneya serkeftinê dikin û bi alayan dikevin qadê.

SÊRT


Li Sêrtê jî Newroz bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) tê pîrozkirin.

Ji 7 salî heta 70’ê salî xelkê bajar diherike qada Newrozê û li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide. Ji bo bîranîna qurbaniyên erdheja Mereşê, gelemperiya welatiyan kiras û fîstanên reş û şalên mor li xwe kirine.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ber Stadyûma Yenîşehîrê pîrozbahî tê lidarxistin. Xelkê Geverê bi cil û bergên xwe yên kurdewar reng li qadê kom bûn. Li qadê dirûşmên wek “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” berz dikin û li qadê olan didin.

TETWAN

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî pîrozbahî li Qada Fûarê tê lidarxistin bi hezaran kes ji serê sibehê ve herikîn qadê.

MÛŞ

Li Mûşê jî pîrozbahiya Newrozê li Îstasyona Garê tê lidarxistin. Bi hezaran kes herikîn qadê. Jin bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bûne.

DÊRISIM

Li Dêrsimê coşa Newrozê bi meşê dest pê kir. Gel bi berzkirina dirûşman diçe Qada Newrozê.

Gel li Kolana Hunerê ya Dêrsimê kom bû û ber bi Qada Newrozê vê dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta li ser "Li dijî zilmê dagirkerî, bêedaletî, qedexe û bişaftinan bijî Newroz" nivisîbû hat hildan.

(bb,cx)