Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin

Dagirkirina Efrînê,  li Kobanê û Minbicê bi meşek û daxuyaniyan hate şermezarkirin.

Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
Dagirkirina Efrînê li Kobanê û Minbicê hat şermezarkirin
18 adar, 2023   15:23
KOBANÊ

Bi boneya salvegeera 5ʹemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyaniyek li ber avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê da. Endama Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Necah Mihyedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Îro 18'ê Adara 2023'yan salvegera pêncemîn a dagirkirina Efrînê ye. Efrîn ji aliyê hêzên Tirkiyeyê yên faşîst û komên çete ve hate dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de gelek sûcên li dijî mirovayetiyê hate kirin, ji ber vê yekê hezaran şêniyên Efrînê neçar man koç bikin. Hêzên Navneteweyî jî li qada Sûriyeyê bêdeng man û bi dewleta Tirk a dagirker re li gorî amadekariyên qadên dagirkirî yên li Sûriyeyê, dan û standin kirin.

Dagirkerên Tirk û çeteyên wan her tim bi rêya avakirina bajarokan û bicihkirina malbatên koçber ên ji derveyî herêmê, hebûna Kurdan a li herêma Efrînê ji xwe re kiriye hedef. Ev yek bi mebesta guhertina demografîk ku bandorê li ax û xelkê bike, tevî desthilata xwe ya ewlekarî û îdarî ku ferz kiriye lê niştecihên mayî yên ku bi axa xwe ve girêdayî hertim rastî tawan û desteserkirinê tên. Weke desteserkirina mal û milkên xelkê û ferzkirina bertîlan, ev hemû tawan bi destê dezgehên ewlekarî yên dagirkeriya Tirk pêk tên.

Derfeteke nû ji dewleta Tirk a dagirker re hate peydakirin ku plana xwe ya niştecihbûnê berdewam bike. Îro jî bajarê Efrînê yê dagirkirî rastî guherîna demografî ya sîstematîk tê. Bi erdheja ku di 6’ê Sibatê de li herêmê rû da, bû derfeteke rasteqîn ji dewleta zalim re ku planên xwe pêk bîne û xelkên wê herêma ziyandîtî piştî çend salan war ji wan re nemîne.

Em Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li civaka navneteweyî dikin ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin, her wiha em bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  jî dikin ku dawî li van binpêkirinan bînin û ji bo ku gelê Efrînê vegerin gund û bajarên xwe bila jîngeheke guncaw peyda bikin.”

ʹGUHERTINA DEMGORAFÎ DEWAM DIKEʹ

Partiyên siyasî yên herêma Firatê bi heman boneyê daxuyaniyeke hevpar da. Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê hat dayîn û ji aliyê enadama Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Şevîn Agasî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"  “Di ser bîranîna bi êş a dagirkirina Efrînê re 5 sal derbas bûn. Bajar û bajarokên kantona Efrînê bi awayekî hovane hatin dagirkirin û bi awayek sistematîk qetilkirin û koçberkirina gel hat ferzkirin. Mal û milkê gel hatin desteserkirin û şûnwarên dîrokî hatin rûxandin. Tevî guhertina demografik, hemû kiryarên dijmirovî li hemberî gelên Efrînê tên kirin. Lê her kes çavên xwe ji van kiryaran re girtine.

Em vê bîranîna bi êş û karesata erdheja wêranker a ku êş û azara gelê me zêde kir, bi bîr tînin û tiştê ku hêzên dagirker di cîbicîkirina plana xwe ya nijadperest de nekarîn bikin, ji vê karesatê sûd wergirtin û projeyên xwe yên niştecihbûnê temam kirin. Gelê me ji cih û warên wan derxistin û bi darê zorê koçberî kampên dîasporayê kirin. Alîkariya gel hatin astengkirin û sûdê ji vê yekê wergirtin.

Li ser vê bîranîna bi êş em êrişên dagirkirinê û pêkanîna dijmirovahiyê şermezar dikin û dengê xwe bilind dikin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku dev ji van kiryaran berdin, dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û komên girêdayî wê bînin û çareseriyeke lezgîn ji êş û azarên gelê me yên li Efrînê re bibînin.”

MINBIC

ʹBI YEKITÎ Û TÊKOŞÎNA GELAN EM Ê EFRÎN RIZGAR BIBEʹ

Bi boneya salvegera 5ʹemîn a dagirkirina Efrînê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê meşek bi dirûşma "Bi yekitî û têkoşîna gelan em ê Efrîn rizgar bikin" li dar xist.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, saziyên girêdayî wê, meclisên tax, gund û bajarokan, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên jinan, şêx û rûspiyên eşîran, şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan  û pankartên bi nivîsên "Ji Efrîn re aştî", "Efrîn ya me ye û wê ya me bimîne" û "Efrîn bajarê aştiyê ye" hatin hildan.

Meş ji çerxerêya Sefîne dest pê kir û li çerxerêya Beraîm veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, cîgîra hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El Hamid axivî. Nûra El Hamid berxwedana Efrînê silav kir û got: " 58 rojan keç û xortên me efsanên lehengî, fedayetî û berxwedanî li hemberî çekên giran, balafirên şer û topan nivîsandin. Ev hemû li ber çavê cîhanê çêbû, lê cîhan li hemberî van binpêkirinan dengê xwe nekir.  Tevî binpêkirin û dagirkirinê, berxwedana şêniyên Efrînê berdewam dike. Berxwedan û şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûjen dibe. Bi rihê şehîdên Efrînê, şehîdên leheng, bi yekitî û têkoşîna gelê me em ê Efrînê rizgar bikin."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî anî ziman ku armanca pêşîn a QSD, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gelê Sûriyeyê, rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî ye. Şervan Derwîş got: "Bila her kes bizanibe ku projeya neteweya demokratîk ji aloziya Sûriyeyê re çareseriya yekane ye."

Şervan Derwîş anî ziman ku berxwedana wan dê heta rizgarkirina Efrînê û mîsogerkirina serkeftinê berdewam bike.

Bi navê Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şêx Fehed Şilaş anî ziman ku Efrîn nimûneya jiyana hevbeş bû û bi hezaran koçber hembêz dikir.

Şilaş îşaret pê kir ku Efrîn di nava bêdengiya navneteweyî de û piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê ji derdora kantonê hat dagirkirin û got: "QSDʹê bi tenê li hemberî êrişên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk sekinî."

Fehed Şilaş bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe bi cih bînin, dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyeyê derxin û ji ber sûcên ku kirine hesab jê bipirse.

Fehed Şilaş di dawiyê de got:" Em ê bi hemû rêbazên aştiyane li ber xwe bidin heta ku welatê xwe, di serî de Efrînê rizgar bikin, ji ber ku Efrîn dilê Rêveberiya Xweser e. ʹʹ

(bb)

ANHA