Bîlançoya lehiyê zêde dibe: 18 kesan jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên ku ji ber lehiyê li Riha û Semsûrê jiyana xwe ji dest dan gihişt 18ʹan.

Bîlançoya lehiyê zêde dibe: 18 kesan jiyana xwe ji dest da
17 adar, 2023   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Riha û Semsûrê di 15’ê Adarê de roja Çarşemê ji ber barîna barana bi hêz lehî rabûbû, hejmara kesên di lêhiyan de jiyana xwe ji dest dane gihişt 18 kesan.

Di encama lêhiyan de li Rihayê 16 kes û li navçeya Tûtê ya Semsûrê jî 2 kes jiyana xwe ji dest dan. Hê jî 3 kes winda ne.