​​​​​​​‘Hikumeta Şamê li ber dagirkirina Efrînê bi erka xwe ranebû’

Beşdarên semînera li ser girîngiya rizgarkirina Efrînê di çareseriya krîza Sûriyeyê de, got negilîkirina hikumeta Şamê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re dibe sedema dewamkirina dagirkirina Efrînê û herêmên Sûriyeyê yên din.

​​​​​​​‘Hikumeta Şamê li ber dagirkirina Efrînê bi erka xwe ranebû’
15 adar, 2023   13:18
HELEB

Hemwexti salvegera 5′an a dagirkirina Efrînê, Malbenda Çandê ya Helebê semînerek li ser sedemên dagirkirina Efrînê û girîngiya rizgarkirina wê di çareseriya krîza Sûriyeyê de, da.

Semîner bi dirûşma "Girîngiya rizgarkirina Efrînê di çareseriya krîza Sûriyeyê de" li Malbenda Çandê ya Helebê ya li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Di semînerê de bi dehan endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û kesayetên rewşenbîr beşdar bûn.

GIRÎNGIYA EFRÎNÊ

Endamê malbendê rojnameger Cemîl Reşîd li ser semînerê axivî û di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya erdnîgariya Efrînê kir.

Cemîl behsa rewşa Efrînê ya beriya dagirkirinê kir û wiha got: "Efrînê di destpêka tevgera li Sûriyeyê û piştre veguherî şerê navxweyî û krîzeke ber bi nenasiyê ve, parastina îstîqrar û ewlehiya xwe kir."

Cemîl wiha domand: "Di 29′ê Çileya 2014′an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê hate ragihandin. Ev gaveke girîng di rêveçûan şêniyên Efrînê ber bi dagirtina valahiya ku bi derxistian hêzên rejîmê û saziyên dewletê de bû. Di demeke kurt de pêdiviyên xizmetguzariyê yên şêniyan, parastina ewlehî û îstîqrarê, danîna pergala qanûnsaz, dozgerî û ewlehiyê, li rex aliyên rêveberinê û avakirina saziyan, pêk hatin.”

Li ser ajoyên dagirkirina Efrînê Cemîl ev tişt anî ziman: "Li gel dewleta Tirk a dagirker Efrîn metirsiyek bû, bi taybet piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Efrînê. Ji ber ku hemû beşên siyasî yên desthilat heta hin beşên rewşenbîr jî ji çi parçeyekî Kurdistanê ku xweseriya xwe bi dest bixe, metirsîdar bûn. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser dijminatiya xwe ji dewleta Tirk re ranegihand."

NÎŞANEYÊN RIZGARKIRINA EFRÎNÊ

Cemîl behsa nîşaneyên rizgarkirina Efrînê li ser çareseriya krîza Sûriyeyê kir û wiha got: "Bê guman dê rizgarkirina Efrînê bibe kilîta çareserkirina krîza Sûriyeyê û dagirkirina hemû herêmên Sûriyeyê bi dawî bike, tevahî hêz û milîsên biyanî vekişin, derbeyekê li terorê bide."

Cemîl diyar kir ku doza rizgarkirina Efrînê, ruxmî girêkbûna tayên navneteweyî û herêmî, lê di heman demê de mijareke neteweyî ya Sûriyeyê ye û hemû hêzên neteweyî û demokratîk berpirsê rizgariya wê ye, ne tenê şêniyên Efrîn, Kurd, Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî berpirs in.

Dûre beşdaran nîqaş kir. Her wiha hevserokê Yekitiya Parêzeran a Helebê Elaedîn El Xalid Kalo da zanîn ku siyaseta navneteweyî ji mirovahî û exlaqê bê par e û got: "Tenê tiştek heye, ew jî pevguhertina berjewendiyan e."

Kalo anî ziman ku aliyên nakokiyên navneteweyî yên di krîza Sûriyeyê de bi nûnertiya Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) derfet ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vekir.

Elaedîn Kalo li ser helwesta hikumeta Şamê ji dagirkirina Efrînê re ev tişt anî ziman: "Hikumeta Şamê bê deng ma. Ji ber ku vîna wê ji hêla Îran û Rûsyayê ve hatiye desteserkirin. Heta roja me ya îro tu giliyeke ji hikumeta Şamê de ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re nehatine pêşkêşkirin."

'BIRÊXISTINKIRIN ÇARESERÎ YE’

Endamê Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menan Cafer got bêdengiya hêzên navneteweyî li ser dagirkirina Efrînê dikeve xizmeta berjewendiyên wan û çare di birêxistinkirina civakê bi xwe de ji hemû aliyan ve ye.

(fr)

ANHA