Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan

 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
14 adar, 2023   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku li Îmraliyê dîlgirtî ne jî serî him li dozgeriyê û him jî li midûriyeta girtîgehê da.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê stendin.