​​​​​​​Li seranserê cîhanê çalakiyên 8’ê Adarê

Jin li seranserê cîhanê bi boneya 8'ê Adarê û ji bo parastina mafên xwe çalakiyan li dar dixin.

​​​​​​​Li seranserê cîhanê çalakiyên 8’ê Adarê
8 adar, 2023   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek welatan çalakî tên lidarxistin.

Rayedarên Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê sêşemê nerazîbûna xwe nîşan da ku hîna jin mexdûrên yekemîn ên şer in û nûnertiya wan di dîplomasiyê de kêm e.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres duşemê got: "Wekheviya di navbera her du zayendan de hîna kêm e. Li gorî rewşa heyî Desteya Jinan a NY’yê diyar kir ku derfet heye piştî 300 salan wekhevî pêk were."

Li Ewropayê jî li gelek welatan meş hatin lidarxistin û banga wekheviya di kar û jiyanê de hat kirin.

Li deverên din ên cîhanê mîna Lahorê lidarxistina çalakiyan hate qedexekirin. Desthilatê hinceta ku reklam û pankartên biguman hene, nîşan da.

Li Kubayê jî ji ber ku nikarin bi azadî çalakiyan li dar bixin, rêxistinên jinan ên serbixwe dê bi rêya lidarxistina çalakiyan li ser înternetê vê rojê pîroz bikin.

Li Meksîkayê dê li bajarên mezin ên vî welatî çalakî bên lidarxistin ku sala borî 969 bûyerên kuştinê li dijî jinan pêk hatine.

Li Kolombiyayê dê çalakî bên lidarxistin ji bo ku bang li girtina tedbîran bikin, ji bo ku rê li pêşiya kuştina jinan bê girtin ku di sala borî de 614 jin hatin kuştin.

(şx)

ANHA