Hemleya komkirina îmzeyan di qonaxa hejmartinê de ye

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara îmzeyên di hemleya "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dikin" hatine komkirin, dijimêre û dê encaman eşkere bike.

Hemleya komkirina îmzeyan di qonaxa hejmartinê de ye
7 adar, 2023   09:09
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînaya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hemleya komkirina îzmeyan di 22′yê Çileyê de bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dikin" dabû destpêkirin. Hemleyê di salvegera 24′emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de dest pê kiribû.

Hemle bi rêya 30 komîteyên komkirina îmzeyan li tax, bajar, navçe û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê pêk hat. Di komîteyê de endamên komîn, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî hebûn.

Piştî qonaxa komkirina îmzeyan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê bi dawî bû, komîte îmzeyan dijimêrin û bi daxuyaniyeke fermî dê hejmara dawîn a îmzeyan were ragihandin.

Ji ber erdhejê, dema hemleyê hatibû dirêjkirin ku diviyabû 15′ê Sibatê bihata bidawîkirin.

(fr)

ANHA