Ehmed Xoce: Armanca me ya pêşîn û dawî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e

Endamê rêveber ê komîteya kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî Ehmed Xoce diyar kir ku kampaya wê dewam bike heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were.

Ehmed Xoce: Armanca me ya pêşîn û dawî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e
3 adar, 2023   00:37
KOBANÊ

30ʹê Çileya borî li bajarê Kobanê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dest pê kir. Di çarçoveya kampanya ku hîna dewam dike de heta niha bi sedhezaran îmze hatin komkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û endamê rêveber ê komîteya kampanyaya komkirina îmzeyan Ehmed Xoce got: "Kampanyaya me berdewam e. Armanca me ya pêşîn û dawîn bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan e û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ye."

Xoce anî ziman ku careke din gelê herêmê îsbat kir ku bi rihekî û canekî li pey Rêber Ocalan re ne û beşdarbûna berfireh a bi hezaran şêniyên herêma Firatê bo kampanyaya komkirina îmzeyan nîşaneya vê yekê ye.

Ehmed Xoce got, divê hêzên navneteweyî rêzê ji daxwazên gel re bigire û çavên xwe li sûcên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên qanûnên navneteweyî yên ji aliyê dewleta Tirk ve negirin.

Xoce bi domdarî got: "Ji bo gelê herêmê ewle û bi aramî bijî Rêbertî têkoşînê dike. Dewletên destpotî komplo pêk anî û wî girt, ji ber ku fikirên wî yên azad hevsengiyên navneteweyî yên ku hewl dan kokên gelên resen rakin ku ji bo rakirina bendan û ji bo azadiyê kar dikin."

Xoce destnîşan kir ku kampanyaya wan wê dewam bike û wiha pê de çû: "Bila desthilatdar bizanibe ku Rêbertî ne tenê ye, lê bi milyonan kes li pey wî ne ku ji bo şikandina dîwarê girtîgehê û şewitandina tayên komploya li dijî wî kar dikin. Li ser vê yekê divê her kes têkoşînê geş bike da ku di demeke nêzî de azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were."

Ehmed Xoce di dawiya axaftina xwe de bang li CPTʹyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, zextê li dewleta Tirk bikin bila rewşa tenduristî ya Rêbertî eşkere bikin û wî fîzîkî azad bike.

(bb)

ANHA