Mayîn an êrişa DAIŞ`ê ye?

Li herêma Diwêzîn a başûr rojhilatê Selemiyê ya Hemayê, hejmareke welatiyên ku dombelan kom dikirin, hatin kuştin. Derbarê mijarê de agahiyên cuda hatin parvekirin.

Mayîn an êrişa DAIŞ`ê ye?
2 adar, 2023   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên ewlekariyê ragihand ku cenazeyên 3 welatiyên ku li herêma Diwêzîn a nêzî girê Selma yê başûr rojhilatê Selemiyê di êrişa çeteyên DAIŞ`ê de hatine kuştin, gihaştin Nexweşxaneya Selemiyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku cenazeyên 4 welatiyên ji ber teqîna mayînekê li gundewarê rojhilatê Selemiyê ya Hemayê di 27`ê Sibatê de hatibûn kuştin, hatin dîtin û bi wê yekê hejmara kuştiyan dibe 14, ya birîndaran jî dibe 14.

Îro jî li gundewarê başûr rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna kamyonekê de mayîn teqiya. Li gorî medyaya hikumeta Şamê, di encamê de 5 kes hatin kuştin û zêdetirî 40 kesî birîndar bûn. Hate hînbûn ku welatiyan ji bo komkirina dobelan berê xwe dida herêma Kebacib a başûr rojavayê Dêrazorê.

SOHR`ê jî destnîşan kiribû ku di bûyerê de 8 kes hatine kuştin, zêdetirî 35 kesan jî birîndar bûne.

(cx)