Piştî 6 salan firina navendî ya Tebqayê hate xebitandin

Firina navendî ya Tebqayê dest bi çêkirna nan kir. Firin rojane 10 ton nan derdixe û kîloya wê 325 lîre ye.

Piştî 6 salan firina navendî ya Tebqayê hate xebitandin
Piştî 6 salan firina navendî ya Tebqayê hate xebitandin
Piştî 6 salan firina navendî ya Tebqayê hate xebitandin
Piştî 6 salan firina navendî ya Tebqayê hate xebitandin
1 adar, 2023   07:29
TEBQA

Çeteyên DAIŞ`ê sala 2017`an alav û amûrên firina navendî ya Tebqayê dizîbûn. Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gihaştin Tebqayê, çeteyan firin bi temamî teqand.

Ji bo peydakirina nan ji şêniyên bajêr û gundewaran re, Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest bi xebatên vekirina firinê kir.

Endamê rêveberiya komîteyê Ehmed El Salim li ser mijarê got: “Piştî wêrankirina binesaziya bajêr Gerînendetiya Firinan a Komîteya Aborî dest bi sererastkirina firina navendî kir. 16`ê Sibatê firinê dest bi xebatê kir. Rojane 18 karker tê de dikin.”

Gerînendetiya Firin û Aşan a Tebqayê rojane 10  ton ard ji firinê re veqetandiye.

El Salim destnîşan kir ku di her tûrikekê de 6 nan hene û nirxê wê 285 lîre ye, lê heta bigihêje welatiyan û ji ber lêçûna veguhastinê nirxê tûrikê nan digihêje 325 lîreyan.

(şx)

ANHA