Rêveberiya Xweser 79 cenazeyên qurbaniyên erdhejê wergirtine

Rêveberiya Xweser heta niha bi rêya deriyên Tayha û Ewn Dadat, 79 cenazeyên kesên di erdheja 6`ê Sibatê de jiyana xwe ji dest daye, wergirtine.

Rêveberiya Xweser 79 cenazeyên qurbaniyên erdhejê wergirtine
22 sibat, 2023   10:56
REQA

Li gorî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, hejmara cenazeyên qurbaniyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest daye û desteyê bi rêya deriyên Ewn Dadat û Tayha wergirtine, gihaşt 79 kesan.

(şx)

ANHA