Rêveberiya Xweser cenazeyê qurbaniyeke erdhejê wergirt

Rêveberiya Xweser cenazeyê qurbaniyeke erdhejê ji deriyê Ewn Dadat ê di navbera Minbic û Cerablusê ya dagirkirî de, wergirt.

Rêveberiya Xweser cenazeyê qurbaniyeke erdhejê wergirt
17 sibat, 2023   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera Rêveberiya Xweser re daxuyand ku rêveberiyê cenazeyê jina bi navê Cemîla El Zobayî (63) ya ji Dêrazorê ku qurbaniyeke erdhejê ye, li deriyê Ewn Dadat ê di navbera bajarê Minbic û bajarê Cerablusê yê dagirkirî de wergirtiye.

Bi vê yekê hejmara cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên ku Rêveberiya Xweser ji deriyên sînor wergirtine, bû 74.

(bb)