​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya qedexekirina derbasbûna alîkariyan şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya siyaseta dewleta Tirk a dagirker û qedexeya derbasbûna alîkariyên Rêveberiya Xweser ji herêmên wêranbûyî re şermezar kir û banga vekirina hemû deriyan kir ku alîkarî derbasî herêmên Sûriyeyê yên wêranbûyî bin.

​​​​​​​Kombûna Jinan a Zenûbiya qedexekirina derbasbûna alîkariyan şermezar kir
16 sibat, 2023   13:54
TEBQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê siyaseta dewleta Tirk a dagirker û qedexeya derbasbûna alîkariya ji herêmên wêranbûyî re şermezar kir. Kombûnê li pêş Akademiya Şehîd Adar Harûn a li taxa sêyan a bakurê Tebqayê bi beşdariya endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên rêveber ên komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê daxuyanî da.

Berdevka kombûnê Xûd El Îsa daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Em sersaxiya malbatên qurbaniyên ji ber erdheja li Bakur-Tirkiyeyê û Sûriyeyê di bin kavilan de mane û di encamê de bi hezaran jiyana xwe ji dest da dikin. Piştî vê karesatê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê derfet neda rêxistinên mirovî ku alîkarî derbasî herêmên wêranbûyî bin. Di encamê de piranî welatiyan jiyana xwe ji dest da û di bin kavilan de bimînin.

Em siyaset û kiryarên li dijî gel û mirovahiyê şermezar dikin. Em siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdên I herêmên wêranbûyî şermezar dikin. Herêmên Kurdan bêyî alîkariyan mane û tu tîmên rizgarî, erebeyên ambulancê û alavên guncaw ji bo derxistina welatiyan ji bin kavilan nehatin şandin û tenî alîkarî ji herêmên diyar re hatin şandin.

Em spasiya kedên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pêşkêşkirina alîkariyan û desteka ji bo şêniyên li herêmên wêranbûyî dikin. Wê yekê rengê biryatiya gelan û jiyana hevbeş ku Rêber Abdullah Ocalan bang û pêkanîna wê kiriye, îsbat kir.

Em bang dikin ku hemû derî ji bo derbasbûna alîkariyan werin vekirin û bang li welatiyên zirar dîtin dikin ku malên me malên we ne û deriyên me ji we re vekirî ne."

(fr)

ANHA