Çete nahêlin mexdûrên erdhejê biçin herêmên Rêveberiya Xweser

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo mexdûrên erdhejê neçin herêmên Rêveberiya Xweser, noqteyên derbasbûnê girtin.

Çete nahêlin mexdûrên erdhejê biçin herêmên Rêveberiya Xweser
16 sibat, 2023   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên Enqereyê noqteyên derbasbûnê girtin û nehişt ku hezar jin, mêr û zarok ji herêmên dagirkirî berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

SOHR`ê destnîşan kir ku kesên qaçxaçiyê dikin biryara girtinê bi kar tînin û li hember derbasbûna her kesekî ji 200 heta hezar doldarî pere dixwazin.

Hêjayî bibîrixstinê ku dewleta Tirk a dagirker destûra derbaskirina alîkariyan neda, ji ber wê Rêveberiya Xweser îro alîkariyên ji bo herêmên dagirkirî amade kiribûn paş de kişandin.

(cx)