Boruya Hiqûqê ya Sesalê: Pergala tecrîdê ya Îmraliyê nikare bê dewamkirin

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku komploya navneteweyî bi pergala tecrîdê dewam dike û divê dawî lê bê anîn. Her wiha ragihand ku ji bo balkişandina ser rewşa bêhiqûqiyê ya li Îmraliyê, ew ê Rapora Tespît û Çavdêriyê ya Îmraliyê ya 2022'yan eşkere bike.

Boruya Hiqûqê ya Sesalê: Pergala tecrîdê ya Îmraliyê nikare bê dewamkirin
15 sibat, 2023   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Boruya Hiqûqê ya Sedsalê bi wesîleya salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja li Bakur-Tirkiyeyê re hat xwestin û hat gotin: “Pêşî em ji bo malbatên kesên di erdhejên 6'è Sibatê yên Bazarcix û Elbistanê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û sebrê dixwazin. Hêvî dikin ku birîndarên me zû baş bibin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Piştevaniya civakî ya ji ber erdheja bû sebeba êşên mezin derketî holê, ji bo vê erdnîgariyê û gelên wê baweriya me zêdetir kir. Vê kareseta ku piştevaniya civakî û seferberiya wê bi awayekî zelal nîşan da, di heman demê de encamên siyaseta xwe dispêre desthilatî û rantxuriyê jî bi awayekî bi êş nîşan da. Em bawer dikin, ku wê gelê me yê bi hevgirtinê gelek karesat têk birine, vê karesatê ji bi piştevaniyê derbas bike. Bi hêviya ku di demeke kin de mexdûriyeta derketî holê bê bidawîkirin, di serî de gelên Tirkiyê. Rojava û Sûriyê, em ji bo tevahiya gelên vê erdnîgariyê hêviya saxî û silametiyê dikin.

DIVÊ PERGALA TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ BÊ BIDAWÎKIRIN

Ev 23 meh in, em ji Birêz Abdullah Ocalan, ku di her firsendê de girîngiya rêxistinbûyîna civakî destnîşan dike, ji muwekilên xwe yên din Birêz Hamili Yildirim, Birêz Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş ti agahiyê nagirin. Ev rewşa li dijî qanûnên neteweyî, peymanên navneteweyî, nirxên gerdûnî di vê pêvajoyê de ku karesatên ewçendî mezin rû didin jî bi israr tê dewam kirin. Em her roj ji mînakên bi êş dibînin, ku tawîzên ji bo dewamkirina Pergala Eşkenceyê ya Îmraliyê ji huqûqê tên dayîn, welat xistiye cendereyeke çawa ya bêhiqûqî. Rêveberiyek heye, ku çareseriyên civakî û demokrasiyê ji xwe tehdît dibîne, ji hiqûqê û nirxên mirovahiyê ditirse. Bi vê yekê rê li ber hilweşînê vedike û ev veduguhere birînên neyên dermankirin. Divê bê zanîn, ku jiyaneke li gorî rûmeta mirov, aramiya civakî ya li welêt, bi çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û pêşketinên bi vê çareseriyê re pêkan in. Gelek caran piştrast bûye, ku tenê muxatabekî ve çareseriyê heye ew jî Birêz Ocalan e. Ji ber ku tevi şert û mercên Îmraliyê xwedî hewldanên teorîk û pratîk e. Ji ber vê yekê divê Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê bê bidawikirin. Ji ber ku ev ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye, di heman demê de wê bibe mifteya çareseriyeke civakî.

WÊ RAPORA TESPÎT Û ÇAVDÊRIYA YA ÎMRALIYÊ YA 2022`YAN BÊ EŞKEREKIRIN

Komploya Navneteweyî ya li dijî Birez Ocalan 24 sal li pey xwe hiştin. Ev komploya ji aliyê Birêz Ocalan ve hati pûçkirin, negihişt armancên xwe yên bêîradekirin û bêbandorkirinê, hewl dide xwe bi pergala tecrîdê ya İmraliyê bidomîne. Êdî ev Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê, ku yekîtiya demokratik ev 24 sal in înkar dike, nikare bê dewamkirin. Rewşa niha ya negirtina agahiyekê, ku qedexeya pêkanînên xirab û êşkenceyê ye têkildarî ewlekarî û tenduristiya muwekilên me bû sebeba fikaran. Ji bo balkişandina ser vê rewşê, em Rapora Tespît û Çavdêriyê ya Girtigeha Îmraliyê ya 2022'yan pêşkêşî raya giştî û aliyên pêwendîdar dikin.”

(cx)