Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin

Bi beşa yekemîn a Foruma Sûriyeyê ya têkildarî Komploya Navneteweyî de, armancên komployê hatin nîqaşkirin. Hat diyarkirin ku doza Rêber Ocalan bûye dozeke cîhanî û NATO`yê komloyek qirêjî li djiî wî pêk anî.

Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
Di foruma Sûriyeyê de bandorên Komploya Navneteweyî tên nîqaşkirin
14 sibat, 2023   12:02
HESEKÊ

Foruma Sûriyeyê ya têkildarî Komploya 15`ê Sibatê ya bi dirûşma “Bi hev re ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Ocalan” bi nîqaşan dewam dike.

Beşa yekemîn ji aliyê çalakvan û şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Ehmed Durzî ve tê birêvebirin.

Lêkolînera Navenda Lêkolînan a Firatê Çinar Salih di beşa yekemîn de axivî û behsa faktorên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Çinar Salih têkildarî komployê gotin: “Komplo bi dizî ji aliyê hin kesan ve li dijî kes, sazî yan ewlehiya dewletekê tê amadekirin. Ew bi awayekî veşartî ji bo armancên ne rewa tê pêkanîn. Komployan bi derketina desthilatê (rêveberiya li gorî talan û îstismarê) dest pê kir. Ji lew re, komplo rêbazeke gihîştina desthilatê ye. Komploger jî komployê hunereke desthilatê ya profesyonal dihesibînin. Anku komplo ruhê hunera desthilatê û rêbaza wê ya herî sereke ye.”

Çinar diyar kir ku Rojhilata Navîn çavkaniya derketina diyardeya desthilatê ye û dîroka wê şerê di navbera desthilatê û dijberên wê de radixe pêş çavan. Çinarê got Komploya Navneteweyî xeleka dawîn a wê sîlsîleyê ye.

ROLA DEWLETÊN HERÊMÊ DI KOMPLOYÊ DE

Çinar Salih behsa faktorên Komploya Navneteweyî jî kir û got: “Armanca Amerîkayê pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ev proje ji aliyê serokê Amerîkayê George W. Bush ve li herêmeke berfireh ku hemû welatên Ereban, Tirkiye, Îsraîl, Pakistan, Efganistan û Îranê digire nava xwe, hat derxistin.”

Çinar anî ziman ku hêzên NATO`yê komployek qirêjî li djiî Rêber Ocalan pêk anî û wiha dom kir: “Ev bûyer cara yekemîn bû pêk dihat, gelek dewlet û rêxistinên îstixbaratê beşdarî komployê bûn. Her yek ji wan xwedî berjewendiyekê bû. Cara yekem hikumet û rejîmên çepgir, rastgir, sosyalîst û kapîtalîst li hev dikir.”

Endamê Heyet El Tensîq Ziyad Wetfe jî behsa faktorên ku hişt Rêber Ocalan ji Sûriyeyê derkeve kir û got: “Sûriye bi gefa êrişê ya Tirkiye û Îsraîlê re rû bi rû mabû. Îro ev metirsî piştrast dibin. Dagirkeriya dewleta Tirk gefên dagirkeriyê dixwe. Îsraîl jî bi balafirên xwe ji başûr piraniya xaka Sûriyeyê bombebaran dike.”

Piştre beşdaran dest bi nîqaşê kir. Hat destnîşankirin ku divê li dora li Rêber Ocalan kom bibin, da ku azadiya wî pêk were. Daxwaza berdana Rêber Ocalan hat kirin û hat diyarkirin ku doza Rêber Ocalan bûye doza tevahî gelên cîhanê. Beşdaran anî ziman ku doza Rêber Ocalan dozeke cîhanî ye.

Beşa duyemîn a têkildarî rêbazên sekinandina li hember komployê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

(cx)

ANHA