​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin

Şênî û rêxistinên civakî, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda li Reqa, Tebqa û Dêrazorê şermezar kir.

​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
​​​​​​​Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
13 sibat, 2023   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ku di encamê de Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Kenya Neyrûbiyê 15`ê Sibata 1999`an hate revandin, saziyên civakî çalakiyên cihereng li Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dar xistin.

REQA

Bi dehan birîndarên şer ên Reqa, Tebqa û Minbicê, li dijî Komploya Navneteweyî derketin xwepêşandanê. Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Mala Birîndaran a başûr rojavayê Reqayê dest pê kir. Birîndaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û heta qada Îtfaiye meşiyan û “Na ji Komploya Navneteweyî re, binkeve Komploya 15`ê Sibatê” berz kirin.

Li qadê xwepêşandan veguherî mitingê. Di mitingê de endamê Mala Birîndaran a Reqayê Musena El Îbrahîm daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca komployê, qirkirina gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn û komplo bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Em bêdengiya civata navneteweyî li hember rewşa Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin.”

Di dawiya xwepêşdanê de, xwepêşandêran “Bimire komploger”, “Hilweşe bêdengiya navneteweyî”, “Binkeve komploya 15`ê Sibatê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yFiBa0NX-vk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê, panelek li avahiya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, bi dehan şênî, rûspî û serokeşîran li dar xist.

Di panelê de berdevka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Henadî El Ehmed axivî û got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan armanc dike. Tecrîda li ser wî, li ser hemû pêkhayetan e.”  

Henadî ev fikr silav kir ku bi saya wî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê xilas kir û pêkhateyên herêmê kir yek.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Mirî axivî û got: “Em serî li hember siyasetên kapîtalîst natewînin. Em dê bi hemû derfetên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin.”

Beşdarên panelê, bang kirin ku kompyayên din ên berhevkirina îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û xwepêşdan li hember siyasetên navneteweyî yên li dijî gelan werin lidarxistin.

Di dawiya panelê de sînefizyonek têkildarî komployê û siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bmNvkqwk7io" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Tebqayê jî oldaran bi daxuyaniyekê bang li saziyên olî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê kir ku helwesteke diyar û rastîn a layîqî rêgezên mirovî û olî nîşan bidin ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Serokê saziyê Yehya Mehmûd li pêşiya avahiya saziyê ya li taxa El Meqasim a Tebqayê bi beşdariya oldaran û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenbûya, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi saya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û gel li qadan, Komploya Navneteweyî negihaşt armanca xwe.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin û bang li CPT`ê hat kirin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

(şx)

ANHA