‘Dewleta Tirk çete û cerdevanan dişîne Îskenderûnê’

Di erdheja li Bakur û Tirkiyeyê de devereke herî zêde bandor lê bû jî Îskenderûn e. Hate zanîn ku dewleta Tirk bi hinceta ewlehiyê berê gelek cerdevan û çeteyan daye herêmê.

‘Dewleta Tirk çete û cerdevanan dişîne Îskenderûnê’
13 sibat, 2023   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarekî ku herî zêde erdhejê bandor lê kiriye Îskenderûn (Hatay) e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li wir jî kêm in lê belê li bajêr tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê, piştî erdhejê gelek cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê anîne bajêr. Nayê zanîn bê ka çima cerdevan anîne bajêr ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de xwedî tecrube nîn in û bi tenê li nava taxan digerin.

KESÊN DIŞIBIN ÇETEYAN

Li gelek deverên bajêr mirovên rihdirêj û kincên leşkerî lê ne, digerin. Nayê zanîn bê ka ev kesên dişibin çeteyên DAIŞ'ê, çima anîne bajêr û kî ne. Ji ber ku tê zanîn yekîneyên leşkerî yên li Tirkiyeyê bi giştî neçar in bê rih bin. Tê diyarkirin ku kes nikare pirsan ji van yekîneyên leşkerî yên li bajêr bike yan jî wêne û dîmenan wan bikişîne. Her wiha ew yekîne li her dera ku rojnamevanan lê dibinin, mudaxeleyê lê dikin û nahêlin dîmenan bikişînin.

Li gorî rojnameyê, di rojên dawîn de nûçeyên bizanebûn ên talanê li bajêr tên belavkirin. Lê belê şêniyên bajêr diyar dikin ku ew rastî bûyereke wiha nehatine.

Her wiha li navçeya Defne ya Îskenderûnê 3 kes bi îdiaya erebeyek talan kiriye, hatin lînçkirin û qetilkirin.

CENDIRMEYÊN TIRK ÎŞKENCE LÊ KIR Û KUŞT

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li ser destgîrkirin û îşkenceya li herêmên erdhejê de daxuyand ku li Hatayê 2 kesên bi navê Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî ji cendirmeyên Tirk ve hatine destgîrkirin û îşkence lê Ahmet Gureşçî hatiye kirin û hatiye qetilkirin.

Her wiha hate zanîn ku polîsan gef li parêzerên ÇHD’ê xwariye.  

PIŞTÎ REWŞA AWARTE PROVOKASYON ZÊDE BÛN

Piştî îlankirina rewşa awarte li bajêr, leşker provokasyonan derdixin. Leşkerên Tirk di 11’ê Sibatê de çûn mala cemê ya Îskenderûnê ku alîkarî lê tê belavkirin û xwestin kesên tên û diçin, kontrol bikin.  Piştî ku rayedarên mala cemê bertek nîşan dan, leşker vekişiyan. Li aliyekî din leşkeran li hin cihên ji ber erdhejê hilweşiyane disekinin û nahêlin mirov ji bo piştgiriyê bikevin taxan.

Erdhejên 6’ê Sibatê li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn sedema texrîbateke mezin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê dewam dikin. Tevî hewayê sar jî hê gelek welatî li bendê ne ku xizmên xwe ji binê kavilan derxin. Gelê herêmên erdhejê ji ber kêmasiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nerazîbûna xwe nîşan dide.