55 malbat ji herêmên hikumeta Şamê hatin Şêxmeqsûdê

55 malbatên ji taxên Helebê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de berê xwe da taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û li stragehan bi cih bûn.

55 malbat ji herêmên hikumeta Şamê hatin Şêxmeqsûdê
13 sibat, 2023   11:36
HELEB

Li gorî rapora Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya der barê encamên erdhejê de, 55 malbatên ji herêmên hikumeta Şamê berê xwe daye stargehên demkî yên ku meclisê amade kirine.

Di demekê de ku Firqeya 4`an a hikumeta Şamê 5 meh e dorpêç daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, meclisa her du taxan li gorî derfetên xwe hewl dide pêdiviyên mexdûrên erdhejê pêşwazî bike.

(cx)

ANHA