Du karwanên alîkariyan ên ji bo mexdûrên erdhejê li benda derbasbûnê ne

Hê jî du karwanên alîkariyan ên ku Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê yên bakurê Sûriyeyê û Helebê amade kirine, li deriyên Um Cilûd û Tayihe li benda erêkirina derbasbûnê ne.

Du karwanên alîkariyan ên ji bo mexdûrên erdhejê li benda derbasbûnê ne
11 sibat, 2023   07:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şaneya krîzê Ciwan Mela Îbrahîm, her du karwanên ku Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê yên li bakurê Sûriyeyê û Helebê amade kirine, li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic-Cerablusê û deriyê Tayihe yê di navbera Minbicê û herêmên hikumeta Şamê de, li benda bersiva her du aliyan ji bo wergirtinê ne.

Rêveberiya Xweser ji 8`ê Sibatê de karwanekî alîkariyan a ji 30 kamyonan amade kiriye da ku bişînin ji mexdûrên erdhejê yên li herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê re.

Karwanê duyemîn jî ji bo mexdûrên li Helebê ye, ji 50 tankerên sotemeniyê pêk û ji duh de li deriyê Tayihe li benda derbasbûnê ye.

(cx)

ANHA