Hejmara qurbaniyên erdhejên li Bakur 20 hezarî derbas kir

Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê gihaşt 20 hezar û 213ʹan.

Hejmara qurbaniyên erdhejên li Bakur 20 hezarî derbas kir
10 sibat, 2023   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya erdheja ku li navçeya Mereş û Dîlokê pêk hat û bandor li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Rojava kir, her ku diçe girantir dibe.

Li Bakurê Kurdistanê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 213 kesan. Tê texmînkirin hîn gelek kes di binê kavilan de ne.