​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê têkoşîna QSDʹê silav kir

Meclisa Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Pêngava Tohildana  Şehîdên Reqayê silav kir û got, ji bo têkbirina jêderên terorê ew amade de destek û piştgiriyê bidin.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê têkoşîna QSDʹê silav kir
6 sibat, 2023   14:28
TEBQA

Endamên Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê li ber navenda xwe kom bûn û bi daxuyaniya piştgiriya xwe bi QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re anîn ziman.

Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Layîh daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de îşaret bi êrişa şaneyên çeteyên DAIŞʹê ya li ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê hate kirin û hate got: "Ev êriş bi armanca derxistina tevliheviyê hat kirin. Di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 şervanên QSDʹê şehîd bûn. Li ser banga şênî, rûspî û şêxên eşîrên herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk Pêngava Tohildana Şehîdên Reqayê ragihand. Pêngav 8 rojan dewam kir. Di vê çarçoveyê de  Reqa, Tebqa û gundewarên wan, Mesnsûra, Kerama û Sirînê û gundên wê bi temamî hatin paqijkirin. Operasyon bi baldarî û rêxistinkirî bi rêve çû. Bi ser dehan nuqte û cihên ku çeteyan xwe tê de vedişartin de hatin girtin. Di nav de ʹwaliyê Reqayêʹ bi giştî 127 çeteyên şaneyên terorîst, kesên tên xwestin û gumanbar hatin girtin.ʹʹ

Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe bi QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re anî ziman û got: "Ji bo têkbirina terorê û zûhakirina jêderên wê, ji bo parastina ewlehiya şêniyan, em amade ne destekê bibin QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn."

(bb)

ANHA