Li Dêrazorê semînerek li ser Komploya Navneteweyî hate lidarxistin

Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê ji bo şîrovekirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan semînrek li dar xist û bang li bidawîkirina tecrîdê û eşkerekirina rewşa wî kir.

Li Dêrazorê semînerek li ser Komploya Navneteweyî hate lidarxistin
4 sibat, 2023   15:12
DÊRAZOR

Semîner bi beşdariya nûnerên Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê, Ciwanên Şoreşger û Yekitiya JInên Ciwan li navenda Yekitiya Werzîşê ya bajarokê Sifîrê Jêrîn li dar ket.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Kefa El MIhemed bi rêve bir û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ji beşdaran re şîrove kir û got: “Fikrê rêber Abdullah Ocalan, hemû civakên herêmê yên kurd û ereb dikarin jê bigirin. Bi saya wî fikrî me herêmên xwe rizgar kirin û jinan rola xwe di civakê de lîst. Her wisa dê ji bo nifşên bê, minaret be.”

/ar/uploads/files/2023/02/04/145314_00452.mts.00_00_13_17.still001.webp

Kefa wiha domand: “Komploya Navneteweyî ku gelek dewletên cîhanî tev lê bûn, di 15`ê Sibatê serokê neteweyî rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyê kirin, komployeke binkeftî ye. Ji ber ku heta niha rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de, perspektîf dide gelan. Bi fikr û perspektîfên wê, me bajar û bajarokên xwe ji terorê rizgar kirin û projeya neteweya demorkatîk pêk anî.”

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

(dm/şx)

ANHA