Kongra Star bernameya çalakiyên 15’ê Sibatê eşkere kir

Meclisa Kongra Star bernameya çalakiyên salvegera 24’emîn a Komploya 15’ê Sibatê ku di sala 1999’an de li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatbû, eşkere kir.

Kongra Star bernameya çalakiyên 15’ê Sibatê eşkere kir
4 sibat, 2023   10:01
QAMIŞLO

Ji bo eşkerekirina bernameya çalakiyan, li Stadyuma 12`ê Adarê ya li Qamişlo daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Meclisa Kongra Star Rîham Temo ve hate xwendin.

Rîhan Temo, bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de dijî gelê Kurd hatiye destpêkirin, 24 sal li pey xwe hiştine û hîn jî tê xwestin ku îradeya gelan ji holê bê rakirin. 

Rîhan Temo anî ziman ku tecrîda girankirî, êrişên qirkirina siyasî, fizîkî û çandî berdewama komployê ne, lewma divê têkoşîna azadiyê were xurtkirin, her wiha diyar kir ku ew wek Kogra Star, gelê Kurd û hemû gelên herêmê lîstikên navneteweyî şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin, dê li dijî her cure komployan bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" tê bikoşin.

Rihanê bang li CPT’yê jî kir ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de Rîhan Temo bernameya çalakiyên şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê eşkere kir.

Bername wiha ye:

1. Ji 5 heta 10’ê Sibatê li gund, navçe, komîn, û saziyan dê semînerên têkildarî komployê werin dayîn.

2. 10’ê Sibatê dê Mekteba Jinan a PYD’ê foruma jin li dar bixe.

3. 5’ê dê Sibatê li gel Meclisa Malbatên Şehîdan li hemû bajar û navçeyan wêneyên rêber Ocalan werin daliqandin.

- 5’ê Sibatê dê li navçeyan pêşangehên wêneyên rêber Abdullah Ocalan werin vekirin.

- Ji 5’ê Sibatê ve dê li gel Komîteya Zarokan a Şilêr ku girêdayî Kongra Star e, pêşangehên wêneyên rêber Ocalan ên bi destê zarokan hatine çêkirin, bên vekirin.

4. 15’ê Sibatê dê bi dirûşma “Azadiya rêber Apo azadiya mirovahiyê ye, azadiya rêber Apo azadiya jinab e” li Dêrik, Qamişlo û Hesekê, herêma Firatê, Şehba û Helebê meşên navendî pêk bên.

5. 14’ê Sibatê dê li ser hesabên sosyal medyayê kampanyaya hashtagê were destpêkirin.

6. Nameyên ku der barê komployê de hatine nivîsandin, dê ji CPT’yê re werin şandin.

7. Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star dê li bajar û navçeyan daran biçîne. Di vê çarçoveyê de dê cih û rojên çandina daran ji aliyê komîteyên bajaran ve werin diyarkirin.

(he-zş/a)