​​​​​​​Endamên Kongreya DYA’yê ji bo firotina F16'an ji Tirkiyeyê re şert danîn

Ev cara yekem e ku Kongreya DYA’yê bi awayekî rasterast firotina F-16'an ji Enqereyê re bi şertê qebûlkirina endamtiya Swêd û Finlandiyayê li NATO’yê ve girê dide.

​​​​​​​Endamên Kongreya DYA’yê ji bo firotina F16'an ji Tirkiyeyê re şert danîn
3 sibat, 2023   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke senatorên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji partiyên Komarparêz û Demokrat got ne pêkan e Kongre firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re erê bike, heta ku Enqere tevlêbûna Swêd û Finlandiyayê ji NATO'yê re erê neke.

Swêd û Finlandiyayê, piştî tevgera Rûsyayê ya leşkerî li Ukraynayê, par daxwaznameya tevlêbûna li NATO'yê pêşkêş kir, lê dewleta Tirk a dagirker red kiribû.

Her sê dewletan (Swêd, Finlandiya û Tirkiyê) di Hezîranê de li Madrîdê li hev kir, lê meha çûyî Enqereyê dan û standin taloq kirin.

29 senatorên partiyên Komarparêz û Demokrat nameyek ji serokê DYA’yê Jeo Biden re şand û tê de diyar kir ku dema dewleta Tirk protokolên tevlêbûna li NATO'yê erê bike, dibe ku Kongre li firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re bifikire.

(fr)