Ji Saziya Pargîn strana “Cerr”

Gelê Kurd bi berxwedaneke bê hempa nirxên xwe ji dizî û talankirinê parastine. Koma Pargîn stranek li ser mijarê bi navê Cerr daxist.

Ji Saziya Pargîn strana “Cerr”
29 ÇILE, 2023   20:12
QAMİŞLO

Bi vê pêşgotinê: “Dagirkerên hov bi sedên salan li ser xaka me gel dorpêç dikin hevkarên wan jî xiyaneta wan li dar e. Gelê resen her li ber xwe didin, kelepûra me nîşana berxwedana me ye.” Koma Pargîn strana xwe ya bi navê “Cerr” derxist û berî çend demjimêran li rûpela xwe youtube parve kir.

Di nava 2 saetan de 2 hezar 500 kes stran temaşe kirin.

Koma Pargîn di sala 2020’yan de weke Saziya Lêkolîn û Parastina Kevneşopiya Rojavayê Kurdistanê ku girêdayî Desteya Çand û Hunerê ye, hat avakirin.

ʹPargînʹ gotineke Koçeran e, tê wateya ‘kolana li dora kon’. Ev kolan parastina ji baran û dirindeyan dike. Ji bo parastin û lêkolînkirina çanda gelêrî ev nav li saziyê haitye kirin.

(dg)

ANHA