​​​​​​​Di salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Efrînê de soza domandina têkoşînê da

Meclisa Herêma Efrînê bi boneya salvegera 9ʹemîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyanî da. Meclisê soza domandina têkoşînê ta rizgarkirina Efrîna dagirkirî da.

​​​​​​​Di salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser a Efrînê de soza domandina têkoşînê da
29 ÇILE, 2023   15:14
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 9ʹemîn a ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîka  Herêma Efrînê, bi dehan endamên deste, saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û partiyên siyasî li qada kampa Serdemê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn.

Endamên Meclisa Herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl bi ziman kurdî û Fayîq Ehmed bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Meclisê bal kişand ser modela demokratîk a li kantona Efrîna ya beriya dagirkirinê û got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me xeta sêyemîn, xeta felsefeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinê hilbijart. Ji bingehê mîrateya çandî, civakî û dîrokî ya hevbeş a dûrî şerê li ser desthilatdarî û berjewendiyan, em pêkateyên herêmê me Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê di 29ʹê Çileya 2014ʹan ragihand. Ragihandina Rêveberiya Xweser bûyereke dîrokî ye û berhemê têkoşîn û fedekariyên şehîdan e. Di çarçoveyê projeya Rêveberiya Xweser de rêgezên azadî, demokrasî û jiyana komînal hatin rûniştandin, di hemû qadan de binsazî hat pêşxistin û sazî hatin avakirin. Di encamê de ewlehî, aramî û  istiqrar hatin mîsogerkirin. Bi vê yekê Efrînê bûye qubleye hemû kesên ku li ewlahî û aramî  digerin û yên ku ji ber şerê di navbera rejîm û komên çete  de reviyane."

Di daxuyaniyê de îşaret bi komploya navneteweyî ya dagirkirina Efrînê hate kirin û wiha hate domandin: "Diyar e ku rewşa li Efrînê li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nehat. Ji ber vê yekê dewleta Tirk komên xwe yên tundraw ji bo dagirkirinê şandin Efrînê. Van koman bi desteka rasterast a artêşa Tirk a dagirker û bi erêkirina dewletên garantor û li ber çavê cîhanê bi hemû çekên pêşketî û balafirên şer êrişî Efrînê kir."

Di dewama daxuyaniyê de behsa berxwedana şêniyên Efrînê hate kirin û hate gotin: "Şêniyên Efrînê di nava 58 rojan de  bi îradeyeke ji pola li hemberî hemû cûreyên çekên pêşketî û yên qedexekirî li ber xwe dan. Şêniyan di Berxwedana Serdemê de ya ku tevahî cîhanê jê re bû şand destanên lehengiyê nivîsandin, mîna çalakiya Barîn, Avesta û Îlan."

Meclisê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê jî got: "Piştî dagirkirina Efrînê û koçberkirina niştecihên wê yên resen, dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên herî hovane li dijî mirovî û xwezayê pêk tîne û mêtîngehan ava dike da ku demografiya herêmê biguherîne, kesên biyanî li şûna niştecihên resen bi cih dike."

Di daxuyaniyê de behsa bazarên ku li ser gelê Sûriyeyê tê kirin û ev tişt hat gotin: "Her nêzîkbûneke sûrî-tirkî wê tu çareseriyan ji aloziya Sûriyeyê re neyne. Wê mîna civîn û kongreyên berê yênn wekî Astana û Soçî bin, ji ber ku rasteqîn ên biryarê nayên beşdarkirin. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî ya nenavendî, ji bilî diyalogên navxweyî, çareseriya siyasî û demokratîk tu çareserî ne pêkan e."

 Di daxuyaniyê  hate gotin: "Ruxmî koçberiyê, gel qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dan destpêkirin û di berxwedan û têkoşînê de bi israr in heta ku Efrîn, herêmên Şehba û tevahî herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî werin rizgarkirin. "

(bb)

ANHA