​​​​​​​Li Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kon hat vedan

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê kon hat vedan.

​​​​​​​Li Dêrazorê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kon hat vedan
28 ÇILE, 2023   13:42
DÊRAZOR

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê konê çalakiyan li bajarok Hecîn ê dikeve rojhilatê Dêrazorê veda.

Şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê herikîn bin kon ku li hewşa Meclisa Ciwanan hatiye vegirtin.

Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-şaxê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Sebah Cefal axivî û diyar kir wan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ev kon danîne.

/ar/uploads/files/2023/01/28/130418_ahaly-ryf-dyr-alzwr-alshrqy-ynsbwn-khymh-aatsam-llmtalbh-bhryh-alqaed-waltndyd-balhjmat-altrkyh-28229.webp

Hevseroka Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Ayda Colan bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êriş û polîtîkayên mêntîngeriyê yên dewleta Tirk a dagirker. Ayda Colan daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û wiha domand "Rêber Ocalan xwediyê fikrê azad e, bi saya fikrê wî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞʹê hat rizgarkirin."

Piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarokê Hecînê Basîma Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan me ev kon vedaye. Hêzên faşîst siyasetên xwe yên faşîst didomîn û hemû cureyên îşkenceyê li dijî rêber Ocalan dimeşînin.

Em ji tevahî cîhanê re diyar dikin ku êriş û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk û tecrîda li ser rêbertî nîşaneya herî berbiçav a bêçarebûna dweleta Tirk a dagirker e.

Em ji rêberê xwe re dibêjin, em li ser soza xwe ne heta ku azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin û ji armancên xwe venagerin."

Çalakî wê 3 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA