Dewleta Tirk 100 penaberên sûriyeyî dersînor kirin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo guhertina demografiya herêmê, 100 penaberên sûriyeyî di deriyê Bab El Selame yê herêma Ezazê ya dagirkirî yê li bakurê Heleb re, dersînor kirin û ew şandin herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî.

Dewleta Tirk 100 penaberên sûriyeyî dersînor kirin
28 ÇILE, 2023   10:35
ŞEHBA

Çavkaniyan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 100 penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê ber bi herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî ve dersînor kirine, da ku wan li mêtingehên ku bi destek û fînanseya rêxistinên Îxwanî yên Kendavê, filistînî û ewropî hatine avakirin, bi cih bikin.

Desthilata Tirkiyeyê ew penaber di deriyê Bab El Selame yê li herêma Ezazê ya dagirkirî ya li bakurê Heleb re dersînor kirin.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku penaberên sûriyeyî digire û wan çend hefteyan di girtîgehên bajarê Mereşê de dihêle, kom bi kom û bi darê zorê dersînorî herêmên dagirkirî dike.

Çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran penaberên sûriyeyî di cihên girtî yên li Mereşê de girtine, da ku wan bişîne herêmên dagirkirî û di mêtîngehan de ku li ser milkên şêniyên resen ên koçber hatine avakirin, bi cih bike.

Piranî penaberên ku dewleta dagirker dersînor dike, ji herêmên cuda yên Sûriyeyê ne, bi taybet ji Şam, Hums û Hemayê.

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker, di serî de Erdogan, demeke berê gotibû ku ew hewl didin milyonek penaberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê bi cih bikin.

Dewleta dagirker armanc dike ku guhertina demografiya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî, bi taybet herêmên Kurdan, bibe serî.

(fr/cx)

ANHA