​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi nûnerê DYAʹyê re civiya

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi nûnerê wezareta derve yê DYAʹyê yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Grainger re civiya. Di civînê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser re hatin nîqaşkirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi nûnerê DYAʹyê re civiya
27 ÇILE, 2023   15:28
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li navenda meclisê ya navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo bi nûnerê wezareta derve ya Amerîkayê yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nicholas Grainger û şandeyê bi wî re civiya.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis, cîgirê hevseroketiya meclisê Mihemed El Birak û şêwirmenda hevseroketiya meclisê Cîhan Xelîl pêşwaziya şandeyê kirin.

Hevdîtin derdora 2 saetan ji ragihandinê re girtî dewam kir.

Piştrî serdanê, Telat Yûnis ji ajansa me re destnîşan kir ku wan zehmetiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û  girîngiya destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ'ê de nîqaş kirin.

Nicholas Grainger salvegera 9'emîn a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê pîroz kir û îşaret bi berxwedana rêveberiyê ya li hember hemû êriş û zehmetiyan kir.

Şandeyê destnîşan kir ku ew ê piştgiriya xwe ya ji QSD'ê re bidomînin, ji bo pêşxistina aramiya herêmê bixebitin û destekê bidin Rêveberiya Xweser û QSD'ê heta tunekirina DAIŞ'ê li herêmê, her wiha  diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê jî bixebitin.

HELWESTEK LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê jî ji Nicholas Grainger re diyar kir ku ew xebatên xwe yên li dijî terorê bidomînin.

Rêveberiyê da zanîn ku pêwîst e li hemberî xetereya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke xurt  were nîşandan.

Nicholas Grainger di dawiya civînê de anî ziman ku ew ê hewldanên xwe dewam bikin û rê li ber çi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

(mh)

ANHA