​​​​​​​Şêniyên Til Birakê salvegera 8'emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Şêniyên navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişlo salvegera 8'emîn a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê pîroz kir û teqezî bi domandina berxwedanê heta serkeftinê kir.

​​​​​​​Şêniyên Til Birakê salvegera 8'emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir
26 ÇILE, 2023   19:15
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 8'emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, li navenda Çand û Hunerê ya rojavayê navçeya Til Birakê ya Kantona Qamişlo şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Di serî de, Endama Rêveberiya Meclisa Navçeyê Leyla El Zexîn bixêrhatina beşdaran kir û rola hêzên leşkerî di têkbirina terorê û parastina herêmê de silav kir û got: "Îro salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ye, ew berxwedana dîrokî ya YPG'ê û YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê."

Leyla wiha domand: "Em silavên xwe yên germ ji şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re dişînin ku li çeperan li ber xwe didin û salvegera têkbirina terora DAIŞ'ê li wan pîroz dikin."

Piştre, helbest ji aliyê helbestvan Mistefa El Helûş ve li ser şehîdan hat xwendin, Koma Şehîd Dîlan govend gerand û şahî bi gerandina xelekên govendên kurdî û erebî bi dawî bû.

(mh)

ANHA