Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
26 ÇILE, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêber Ocalan ê tecrîdkirî bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

(cx)