​​​​​​​Saziyên Efrînê: Divê CPT agahiyekê der barê rewşa rêber Ocalan de bide

Saziyên hiqûqî, sivîl û partiyên siyasî yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li CPTʹyê kir ku der barê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de agahiyan bide.

​​​​​​​Saziyên Efrînê: Divê CPT agahiyekê der barê rewşa rêber Ocalan de bide
24 ÇILE, 2023   12:11
ŞEHBA

Bi dehan endamên saziyên hiqûqî, yekitiyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî yên herêma Efrînê li qada Kampa Serdem a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Endamên Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Cibraîl Mistefa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewama Komploya Navneteweyî ye ku ev 24 sal e dewam dike. Her wiha hate diyarkirin ku tecrîd, cezayê dîsîplînê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li dijî tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de bang li CPTʹyê hate kirin ku raporeke zelal li ser rewşa rêber Ocalan parve bike.

(bb)

ANHA