Dewleta Îranê hunermendekî Kurd girt

Hunermend Şaho Hisên ji bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber belavkirina klîbekê hate destgîrkirin.

Dewleta Îranê hunermendekî Kurd girt
24 ÇILE, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rojnewsê ragihand ku duh li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê hunermend Şaho Hisên ji ber belavkirina klîbeke bi navê ‘Çaw Bela’ hatiye destgîrkirin. Nehat zanîn bê ka hunermhend Şaho Hisên ber bi ku derê ve hatiye birin.

Hunermend Şaho Hisên klîb ji bo piştgiriya berxwedana ‘Jin, Jiyan Azadî’ weşandibû.