​​​​​​​Hejmara kesên di êrişa li Mêrdînê de mirin bûn 4 kes

Hat ragihandin ku hejmara kesên di êrişa li Merdînê de de jiyana xwe ji dest dane gihişt 4 kesan.

​​​​​​​Hejmara kesên di êrişa li Mêrdînê de mirin bûn 4 kes
19 ÇILE, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mezopotamya, li Mêrdînê wesayîteke bi plaqeya Iraqê ku li ser Rêya armûşê di rê de diçû, saet di 00.30’ê de ji aliyên kesên nenas ve bi çekên lûle dirêj hate gulebarankirin. Hate diyarkirin,  wesayîta ku li ser Rêya armûşê di rê de diçû li gundê Qesra Serçixan ê di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin.

Hate ragihandin ku di êrişê de gule li 5 welatiyan ketin, ji kesên di wesayîtê de Hindirîn Abdullah Salih (39), Wahîde Hedar Casim (63) û Abdullah Saleh Mustafa (69) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Çîmen Şîlan Xalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) jî bi giranî birîndar bûn. Ji welatiyên rakirin nexweşxaneyê Çîmen Şîlan Xalid tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Kesên nasnameya wan nehat zanîn jî bi wesayîtekê ji cihê bûyerê reviyan.

Komên tenduristiyê yên li cihê bûyerê hatin veguhestin cenazeyên 3 welatiyan rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.