Artêşa Tirk hewla avakirina baregehekê li gundekî Efrînê dike

Artêşa Tirk a dagirker li gelek welatiyên gundê Etmana yê Raco yê Efrîna dagirkirî gefên revandin û girtinê xwarin, ger zeviyên xwe ji bo avakirina baregeheke leşkerî nedin.

Artêşa Tirk hewla avakirina baregehekê li gundekî Efrînê dike
17 ÇILE, 2023   14:08
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrînê da zanîn ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ên li avahiya dibistana amadehî ya berê ya li rojavayê navçeya Racoyê bi cih bûne, fermand da ku mixtarên navçeyê û gundê Etmana û got bang li xwediyên zeviyên zeytûnê yên li nêzî girê şûnwarî yê li têketina Racoyê bikin da ku dev ji zeviyên xwe ji bo avakirina baregeheke leşkerî berdin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên "Polîsên Sivîl" ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gefa girtin û revandinê li xwediyên zeviyan xwarin da ku zeviyên xwe bidin.

Li gorî çavkaniyan, di wê zeviyê de nêzî 300 darên zeytûnê yên kurên Ezet Ebdo Diwîkê û Omer Bîlal Nasan hene.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de bi dehan baregeh û navendên leşkerî li kantonê ava kirine.

Têkildarî wê, çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî bi navê Mihemed Ednan Silêman Bekir (30) ê ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê, di hundirê Tirkiyê de bi tawanên derew revand û heta niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Tê zanîn ku welatiyê girtî ji sala 2013’yan de berê xwe daye Tirkiyê û 2 zarokên wî hene.

(mh)

ANHA