Kongra Star: Qetilkirina Mursel Nebîzade peyameke li dijî jinên berxwedêr e

Kongra Star qetilkirina parlamentera berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade şermezar kir û ev peyam da jinên Efgan; “Hûn hêvî û hêzê didin me. Em hêvî dikin şoreşa me baweriyê dide we.”

Kongra Star: Qetilkirina Mursel Nebîzade peyameke li dijî jinên berxwedêr e
17 ÇILE, 2023   09:19
QAMIŞLO

Koordînasyona Kongra Star têkildarê qetilkirina parlamentera Efgan Mursel Nebîzade daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Kongra Star de êriş bi awayekî tund hate şermezarkirin û wiha hate gotin:

“Wek Kongra Star li hemberî bûyera qetilkirina siyasetmedara Efgan Mursel Nebîzade em xemgîn û bi hêrs in. Mursel Nebîzade di sala 2018’an de wek endama parlamentoyê a Efganistanê hatibû hilbijartin. Lê ev parlamento ku tê de 69 jin hebûn, piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021’an de kontrola welêt bi dest xist, hate belavkirin. Di encam de piranî nûnerên gel reviyan an jî xwe ji Talîbanê vedişêrin.

Mursel Nebîzade yek ji nûnerên gelê Efgan bû ku ruxmî xetereya li ser jiyana xwe, welatê xwe terk nekiriye. Desteserkirina vîna gel ji aliyê Talîbanê ve qebûl nekir û di welatê xwe de ma. Di peyameke xwe de digot “Ev welat ne xwaringeheke ku ez ji xizmeta wî hez nekim û derkevim. Ev der welatê min e û ez ê li kêleka gelê xwe bisekinim.”

Mursel Nebîzade siyasetmedareke aktîf û parêzvaneke çalak a mafên jinan bû. Bi piştgiriya xwe ya li gel tevgera şoreşgerî ya jinên Efganistanê derket pêş.

Roja yekşemê di malê xwe de li paytextê Kabûlê de hate kuştin. Bi taybet ser û sînga wê hatiye hedefgirtin. Em bawer nakin ku ev tesadûf e. Diyar e ku mejî û dilê wê hatin hedefgirtin. Rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Efganistanê ku berxwedana xwe li dijî Talîban û têkoşîna xwe ji bo jiyaneke azad berdewam dikin.

Piştî kontrola Talîbanê, yekser şereke li dijî jinan hate destpêkirin. Talîban gav bi gav jinan û keçan ji qada giştî, siyasetê, qada kedê, saziyên perwerdê û hemû jiyana civakî derdixîne. Bi vê dixwazin jiyan, nasname û vîna jin daxînin hebûneke ku tenê guh dide hegemonyaya zilamê serdest.   Jinên ku li hemberî vê rejîmê faşîst a zilamê serdest ber xwe didin û pêşengtiya berxwedanê dikin weke xetereya herî mezin tên dîtin. Ji ber ku di taritî de ronî dikin, hêvî didin, cesaret û hêza berxwedanê belav dikin. Ji ber vê rasterast tên hedefgirtin, rû bi rû bi îşkence dimînin, tên girtin û kuştin. Talîban difikire ku bi qetilkirina jinên pêşeng, dê bikare berxwedana gelên azadîxwaz a Efganistanê teslîm bigire.

Wek jinên Kurd em jî bi heman rewşê re rû bi rû ne. Dewleta Tirk a faşîst bi şehîdxistina pêşengên me dixwaze berxwedana me qir bike. Lê bi her şehadeteke dilsoziya me, girêdaniya me bi şoreşa jinê û têkoşîna me ji bo jiyaneke azad di welateke azad de hîn bêhtir hêz qazanc dike. Di vê çarçovê de em ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên hevrê û pêşengên me yên şehîd berxwedana xwe her ku diçe bilindtir dikin. Wek Kongra Star em sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwişk û hevrêyên xwe yên Efgan re dixwazin. Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî. Hûn hêvî û hêzê didin me. Em hêvî dikin ku şoreşa me ya jinan jî hêz û baweriyê dide we.”

(sb)