Rojnameyên erebî: Binkeftina nêzîkbûna Şam û Enqereyê bandoreke neyînî kir

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine behsa rewşa Sûriyeyê, aloziya Yemenê û eleqedariya Amerîkayê bi dosyaya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Binkeftina nêzîkbûna Şam û Enqereyê bandoreke neyînî kir
17 ÇILE, 2023   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TEVGERÊN TİRKİYEYÊ LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ BINKEFTINA NORMALÎZEKIRINÊ EŞKERE DIKIN’

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Li gel ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa dan û standinan nîqaş kirin, li gel wê çavkaniyên çapemeniyê behsê kir ku dibe wezîrê karên derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullahiyan sêşemê serdana Enqereyê bike û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşgolu re bicive beriya ku Çavuşoglu biçe Washingtonê. Pêşketinên li ser erdê li bakurê Sûriyeyê çêbûne, nîşan didin ku helwesta Tirkiyeyê û rejîma Sûriyeyê ji hev dûr in. Bi taybet piştî daxuyaniya rejîmê ku ji bo pêkhatina normalîzekirinê şert hene divê pêk werin. Li aliyekî din Enqereyê behsê kir ku derfet heye civîneke din a wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê, yê Sûriyeyê û yê Rûsyayê li dar bikeve ku dihat payîn di Çileyê de li dar ketiba lê piştre heta navîna Sibatê hate taloqkirin.

Di vê çarçoveyê de, Tirkiyeyê sewqiyatên leşkerî li herêmên di bin kontrola xwe û komên Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê de li Helebê zêde kirin. Rawestgeha balafiran a li nêzî baregeheke xwe li bajarokê Bilyon ê çiyayê Zawiye yê herêma bêçek a Idlibê ava kir.

Di heman demê de êrişên li dijî hêzên hikumeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Li gorî çavkaniyan ji opozîsyonê karwanekî leşkerî yê Tirkiyeyê ku ji wesayîtên veguhastina leşker û cebilxaneyan pêk dihat, ji deriyê sînor ê El Raî yê bakurê Helebê derbasî bajarê Babê yê rojhilatê Helebê bû. Bi wan re erebeyên leşkerî yên Sultan Murad hebûn ku yek ji komên opozîsyonê yên herî nêzî Tirkiyeyê ne.

Piştî civîna wezîrên parastinê û îstixbaratên her sê dewletan li Moskovê di 28`ê Kanûnê de, ev sewqiyata yekemîn e.

Her wiha Tirkiyeyê herî dawî hemwextî civîna wezîrên parastinê sewqiyat derbasî nuqteyên xwe yên li Idibê kirin.”

‘ŞANDEYEKE EREBISTANA SIÛDÎ LI SENAYÊ YE: RIYAD DAXWAZÊN ENSARULLAHÊ QEBÛL DIKE’

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivisî: “Çavkaniyan got di navbera Sena û Riyadê de ji bo dirêjkirina agirbesta li Yemenê lihevkirinek çêbûye. Piştî Riyadê daxwazên Senayê qebûl kirin, nexasim ên têkildarî dosyayên mirovî, di serî de dosyaya mûçeyên karmendên dewletê. Li gorî agahiyan, li gorî lîsteya sala 2014`an dê mûçe bi dolar bên dayîn. Mûçe dê mehane bi balafireke taybet ji Senayê re bên şandin. Dê rêwîtiyên balafiran ji balafirgeha navneteweyî ya Senayê ber bi Misir, Qeter, Urdin, Hindistan û Malezyayê ve zêdetir bibin. Her wiha dê hemû qeydên li ser derbasbûna hinardeyan bi rêya bendara El Hudeydayê bên rakirin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku şandeyeke Erebistana Siûdî bi serokatiya balyozê welêt li Yemenê Mihemed Al Cabir serdana Senayê kir. Dan û standinên yekser bi Ensarullahê re li dar ketin û li ser teşeya dawîn a lihevkirina agirbestê hat lihevkirin. Her wiha çavkaniyan diyar kir ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî serdana şandeyê NY’yê yê Yemenê Hans Grundberg hate derengxistin da ku bandorê li wan dan û standinan neke.”

‘ELEQEDARIYA AMERÎKAYÊ BI REWŞA LI LÎBYAYÊ ZÊDE BÛYE’

Der barê rojeva Lîbyayê de jî rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Tevlêbûna şandeyê Amerîkayê di civînên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê ya 5+5 de ku 2 rojan li Sirteyê ya bakurê Lîbyayê li dar ketiye, eleqedariya zêde ya Amerîkayê bi aloziya Lîbyayê nîşan dide.

Piştî serdana gerînendeyê ajansa îstixbaratê ya navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns a Lîbyayê, şandeya Amerîkayê bi serokatiya endamekî kongresê tev li civîna komîteyê bû. Burns di serdana xwe de serokê Hikumeta Wehda ya demborî Ebdulhemîd El Debîbe, fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Haftar re civiya.

Li gorî çavdêran, eleqdariya Amerîkayê bi aloziya Lîbyayê rê li pêşiya hêzên navneteweyî û herêmî vekir ku bandor li rewşa li Lîbyayê bikin.

Heman çavdêran destnîşan kir ku zêdebûna mudaxeleya Amerîkayê dê fişar li ser aliyên nakok ên Lîbyayê bike.

Piştî civînê şandeyê NY’yê yê Lîbyayê Abdullah Patîlî daxuyand ku israra ber bi aştî û îstiqrarê li Lîbyayê di civînê de xuya bû û dstnîşan kir ku xuyaye hêzên çekdar ên Lîbyayê amade ne destekê bidin xebatên siyasî.

Der barê dosyaya çeteyan de, Patîlî diyar kir ku wê civînek bi dewletên cîran ên başûrê Lîbyayê re bi taybet Sûdan, Çad û Nîjer li dar bikeve da ku rêbazên derxistina van çeteyan bên nîqaşkirin.”

(şx)