Endamekî YNK’ê: Lihevkirina Bexda û Hewlêrê ji bo Şengalê gelekî metirsîdar e

Endamê Meclisa Rêveberiya YNK’ê Dawid Cindî Şêx Kalo diyar kir ku li hevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji bo Şengalê gelekî metirsîdar e. Şêx Kalo xwest ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di çarçoveya sîstema federaliya Iraqê de were mîsogerkirin.

 Endamekî YNK’ê: Lihevkirina Bexda û Hewlêrê ji bo Şengalê gelekî metirsîdar e
16 ÇILE, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 9’ê Cotmeha sala 2020’î de PDK û serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî Şengalê îmze kirîbûn. Herî dawîn Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kirîbû ku ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî Êzidiyan pêk bîne.

Endamê Meclisa Rêveberiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Ofîsa Rêxistina YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî Şêx Kalo têkildarî metirsiya vê peymanê  ji Rojnews’ê re axivî.

Dawid Cindî destnîşan kir ku di nava xelkê Şengalê de li ser lihevkirina emnî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de nerazîbûnek mezin heye û wiha axivî: “Ev li hevkirin ji dervey îradeya xelkê Şengalê ye. Di nav de ti nûnereyek yê Şengalê cih nagre û divê demil dest were rawestandin û neyê pêkanîn. Ev li hevkirin ji bo xelkê Şengalê gelek metirsîdare, bi taybet benda 7. ku behsa hebûna PKK’ê li Şengalê dike ku ev ji rastiyê dûre.”

Dawid Cindî diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Şengalê dikare bi destûra Iraqê, bi dayîna hemû maf û daxwazên hemû pêkhateyên Şengalê wê pêk were û wiha got: “Em daxwaz dikin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di çarçoveya sîstema federaliya Iraqê de, bi destûrê were mîsogerkirin.”