Rojnameyên erebî: Îranê petrola erzan a ji Şamê re dişand, sekinand

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketin, behsa tevgerên herêmî yên der barê Sûriyeyê de, aloziya Lîbyayê û rewşa Urdinê kir.

Rojnameyên erebî: Îranê petrola erzan a ji Şamê re dişand, sekinand
16 ÇILE, 2023   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎRAN BI RAWESTANDINA ŞANDINA PETROLÊ NAHÊLE SÛRIYE NÊZÎ ÎMARAT Û TIRKIYEYÊ BIBEʹ

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên erebî biryara Îranê ya rawestandina şandina petrola erzan ji bo Sûriyeyê, dispêrin vê yekê ku Îran bi vê helwestê nêzîkbûna Şam a li gel Îmaratê û asoyên çareserkirina siyasî û leşkerî ya bi Tirkiyeyê re red dike. Nemaze piştî daxuyaniyên serokê Sûriyeyê Beşar El Esed ku gotibû li beramberî vekişandina hêzên Tirkiyeyê ji welat, welatê wî amade ye, têkiliyan bi Enqereyê re baş bike.

Piştî zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser baregehên Sûriyeyê yên ku hêz an jî çekên Îranê tê de hene, Sûriye xwe di nava şerê bi wekîlan yê di navbera Îran û Îsraîlê de dibîne. Tu eleqeya vî şerî bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê tune ye, lê ev şer beşek ji mekanîzmaya Îranê ye ku nahêle Îsraîl êrişê bibe ser nuqteyên wê yên nukleerî.

Îranê li ser zimanê wezîrê xwe yê karên derve Hisên Emir Ebdullahiyan xwest ku li pêşiya encamên biryara xwe ya taybet a ji nû ve diyarkirina buhayê petrolê ku dişîne Sûriyeyê, bixîne. Îran bi vê yekê dixwaze têkiliyên xwe yên kûr ên bi rejîma Sûriyeyê re nîşan bide û bide diyarkirin ku ew nêzîkbûna Şam û Enqreyê pêşwazî dike, bêyî ku nîşan bide ku şerê li bakurê Sûriyê bi awayekî nepen di navbera wê û Tirkiyeyê de bû sedema piştgiriya Tehranê ji El Esed re, lê Tirkiyeyê piştgiriya opozîsyonê dikir.

Emîr Ebdullahiyan di serdana xwe ya roja înê ya li paytexa Lubnanê Beyrûtê de gotibû “Em bi diyalogên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de kêfxweş in û dibînin ku ev yek dê bandoreke erênî li her du welatan bike.”

Ev biryar paşvekişîna Tehranê ji biryara berî mehekê ya ji bo zêdekirina mîqdarên petrolê ji bo Sûriyeyê nîşan dide û got: "Armanca wê ew e ku alîkariya Şamê bike da ku krîza enerjiyê derbas bike."

Biryara hikumeta Îranê ya sînordarkirina şandina petrolê ji bo rejîma Sûriyê hemwextî dijwarbûna rewşa aborî ya hundirîn û xwepêşandanên ji gelek mehan ve yên li dijî rejîmê hat dayîn.”

‘EL MENFÎ, SALIH Û HEFTER CAREKE DIN LI QAHÎREYÊ CIVIYAN’

 

Têkildarî Lîbyayê jî rojanemaya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Hemwextî lidarketina civîna komîteya leşkerî ya hevbeş li bajarê Sertê ya bi beşdarbûna nûnerê NYʹyê Abullah Batîlî, li Qahîreyê toreke nû ya diyalogan di navbera fermandarê giştî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El Menfî û serokê Parlamentoyê Aqîle Salih de dest pê kir.

Li gorî çavkanî û raporên ragihandinê, şeva roja şemiyê Hefter, El Menfî û Salih gihaştin Qahîreyê, lê têkildarî naveroka diyalogên hevbeş tu daxuyanî nedan. Berdevkên her sê aliyan jî qebûl nekir ku li ser navaroka diyalogan tu daxuyaniyan bidin. Çavkaniyên misirî û lîbyayî ji Şerq El Ewsat re got civîn bi beşdarbûna berpirsên misirî tên lidarxistin. Di civînê de dê gelek dosyayên siyasî û leşkerî yên têkildarî Lîbyayê, hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê, bidawîkirina 2 hikumetan li welat û zemîna destûrê werin nîqaşkirin.

Endamên parlamentoyê diyar kir ku dê hefteya bê bi navbeynkariya Batîlî civînek di navbera Salih û El Muşrî de were lidarxistin da ku rêveçûna destûrê were temamkirin. Tê pêşbînkirin ku her du meclis pêşnûmeya destûrî ya ku li Qahîreyê li serê li hev kirine, ya taybet bi rêgez û şertên hilbijartinên paşdexistî, pêşkêşî endamên xwe bikin.

Gerînendeyê Beşa Rêbertiya Manewî ya Artêşa Nîştimanî general Xalid El Mehcub bendên girîng ên civînên Komîteya Leşkerî ya li Sertê eşkere kirin; temamkirina bendên agirbestê, temamkirina xebatên çavdêrên navneteweyî û xwecih û yekkirina saziyên leşkerî, girîngiya derxistina çete û hêzên biyanî ji welat, bang li aliyên têkildar bikin ku destekê bidin pêkanîna hemû bendên Peymana Cinêvê ku daxwaza hemû lîbyayiyan e."

‘PROJEYA PARLAMENTOYA URDINÊ Û MÎSYONEKE TAYBET LI BEXDAYÊ’

Der barê Urdinê de rojnameya El Quds El Erebî jî wiha nivîsand: "Li gorî piraniya raporan, serokê parlamentoya Urdinê Ehmed El Sefedî mîsyonek girt ser xwe. Ev mîsyon wek mîsyoneke taybet bi sernavê pêkanîna serkeftinekê di hevkêşeya berhevkirî ya peywendî û berjewendîyên Urdinê de li bazara Iraqê tê wesifandin, lê di radeya yekemîn de ne mîsyona parlamentoyê ye.

Agahiyên ku êvara şemiyê ji Emanê ya paytext derketine, amaje bi wê yekê nake ku şandeya parlamentoya Urdinê tenê mijûlî mijara nakokiyên yasayî bû û hewl da astengiyên ku Urdin çavdêriya wan dike û hemû kesên ku hewl didin xwe nêzîkî bazara Iraqê bike di navbera blokên parlamentoya Urdinê de ji holê rake. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Iraqê, di civîneke çapemeniyê ya El Sefedî û hempîşeyî wî yê iraqî Mihemed El Helbûsî de hat ragihandin ku lêkolînên hevpar ên li ser projeya girêdana elektrîkê û boriya petrolê ya ku Besra û Aqabeyê bi hev ve girê dide, hat ragihandin.

Aliyên têkildar behsa 2 projeyên pir girîng ji bo aboriya Urdinê dikin. Ji ber ku projeya boriya petrolê ya di navber Besra û Aqbayê de xewneke kevn e. Her wiha ji ber ku kehrebe li gel Urdinê zêde ye, nemaze piştî ku projeya dayîna kehrebeyê ji bo Lubnanê ya bi rêya Sûriyeyê hat astengkirin. Ji ber vê yekê cihê yekane yê ku Urdin berê xwe bidiyê da ku xezîneya xwe xurt bike, Iraq e.

Tê gotin ku şandeya Urdinê gelek nîqaş bi blokên parlamentoya Iraqê û serokwezîr Mihemed Şiya El Sûdanî re pêk anîne. Ev yek ji bo cara yekem helwestên blokên iraqî û şîe yên têkildarî berjewendiyên Urdinê nîşan da.

Ev destkeftî ne tenê girêdayî berjewendiyên aborî ye, lê di esas de projeyeke hevgirtî ya sêalî ya bi Misirê ye ku esasê tevgera Urdinê ye. Nîşaneya vê yekê jî ew e ku serokê parlamentoya Urdinê di civîna çapemeniyê ya li gel Helbûsî de diyar kir ku serdana wî ya ji bo Bexdayê di esas de piştî hevdîtina qral Ebdullah El Sanî, serokwezîrê Iraqê  Mihemed Şiya Sûdanî û serokê Misirê Ebdulfetah El Sîsî hat, ev jî dide diyarkirina ev serdan ji bo çalakkirina şaneyên projeya sêalî ya hevgirtî ya bi Iraqê re ye. El Sefedî jî hêviya vê yekê dike. Li ser vê yekê roleke derveyî hesabên xwecih dilîze, ruxmî ku hevalên wî, siyasetmedar û aliyên derve rexneyên rasterast lê hene, ji ber hejmara şandeyên parlamentoya Urdinê yên ku pê re diçin Bexdayê zêde bûne."