Serhidana gelên Îranê ket meha 5`an

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro 4 mehên xwe temam dike û dikeve meha 5’an.

Serhidana gelên Îranê ket meha 5`an
16 ÇILE, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan û çalakiyên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevî hemû kuştin, gulebaranên raste rast, cezayên bi darvekirinê, girtin û êşkenceyan bê navber berdewam e. Her wiha Serhildanê bi kuştin û girtinan 4 meh derbaz kir û dikeve meha 5’an de.

Duh bi şev li 8 navçeyên bajarê Tehranê welatiyan li ser balkon û serbanên avahiyan dirûşmeyên li dijî desthilatî û rewşa xirab a jiyanê berzkirin û destnîşankirin ku heta digihijin armanca xwe wê çalakiyên wan berdewam bin.

Heman demê de xwendevanên zanîngehê bi çalakî û bi berzkirina dirûşmeyan hêrsa xwe ya li dijî desthilatiya Komara Îslamî nîşandan.

Her wiha li bajarên weke Zencan û Mahşehîr karkeran grev kirin û li dijî şert û mercên karkirinê û pêkneanîna daxwazên wan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî hewlên hêzên dewleta Îranê yên ji bo girtina çalakvan û xwepêşanderan berdewam bû. Duh nasnameya 50 kesên ku di nava hefteyên borî de li Ciwanro hatîn girtin, hat belavkirin. Heman demê de li bajarên Sine, Seqîz, Dêwlan, Bokan û gelek bajarên din pêngavên dewletê yên ji bo girtina çalakvanan berdewam e.

Li gel girtin û binçavkirina welatî û çalakvanan, sepandina cezayên hîn girantir li ser çalakvan û xwepêşanderan her ku diçe zêdetir dibe. Duh jî nav û cezayê komek din xwepêşanderan hat ragihandin.

Xwepêşandarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 16’ê Îlona sala 2022’yan de, piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên hîcab ên Îranê ve ku dema ji aliyên polîsên exlaq ve hat girtin û bi êşkence û lêdan ket komayê û piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest dayî, hat destpêkirin.

Xwepêşandan bi pêşengtiya jinan û ciwanan di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de 4 mehin li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike.

Di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 500 kes hatine qetilkirin ku zêdetirî 120 kes jê Kurdin. Her wiha zêdetirî 19 hezar kesan jî hatine girtin. Ji vê hêjmarî herî kêm li 112 kesan cezayê bi darvekirinê lê hatine birîn ku heta niha 4 xwepêşander hatine bi darvekirin.

Li gel derbazbûna 4 meh bi ser Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, biryare îro li bajarê Strasbourg a Fransayê ji bo piştgiriya ji xwepêşandanê li Îranê re xwepêşandanek mezin were li darxistin. Her wiha bang li welatên Ewrupayê hat kirin ku ji ber hewlên serkutkirinên bi xwîn yên Artêşa Pasdaran yên li beramberî xwepêşanderan, bê xistina ‘lîsteya terorîstan’ de.