​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  

Kongra Star duh kongreya xwe ya 9`emîn li dar xist. Di kongreyê de koordînasyonek nû ji 7 endaman hat hilbijartin û gelek biryar hatin girtin, ya sereke avakirina Komîteya Azadiya Rêber Ocalan û pêkanîna hin guhertinan di rêgeza Kongra Star de.

​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
​​​​​​​Kongra Star 9`emîn kongreya xwe li dar xist  
16 ÇILE, 2023   08:24
HESEKÊ

Di salvegera 18`emîn a damezrandina Kongra Star (15`ê Çileyê) de, Kongra Star duh bi dirûşmeya “Bi rihê têkoşîna şoreşa jinê em ê serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser bixin” kongreya xwe ya 9`emîn li dar xist.

Kongre li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Nêzî hezar endam, endamên Koordînasyona Kongra Star li Şamê, nûnerên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partyên siyasî (Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin) beşdarî kongreyê bûn.

Hola kongreyê bi wêneyên şehîdên jin ên Şoreşa Rojava û kesayetên bi bandor mîna şehîd Hevrîn Xelef, Zeyneb Mihemed, Nagîhan Akarsel û Jiyan Tolhildan, alên Kongra Star, wêneyên jinên ku di serhildana bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jiyana xwe ji dest dane, hatin daliqandin.

Jinên ku bi cil û bergên folklorî beşdar bibûn, di destpêka kongreyê de deqeyekê de rêz girtin. Piştre, endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo lidarxistina kongreya 9`emîn a Kongra Star li Rêber Ocalan û hemû pêşengên Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Rîhan destnîşan kir ku got, “Bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ku bûye dirûşmeyek gerdûnî û bi ruhê berxwedana jinan em ê bi ser bikevin. Serhidana bi pêşengiya jinan dê bi serkeftinê tacîdar bibe. Mîna ku jinan şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bir, dîrok îro xwe dubare dike û jinên Rojhilat û Îranê serkêşiya şoreşê dikin. Dê şoreşa wan helbet bi ser bikeve.”

Rîhan bal kişand ser destkeftiyên Kongra Star di du salên borî de û têkoşîna jinan a li dijî hemû rengên hedefgirtinê û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Piştî axaftina destpêkê bi dawî bû, dîwanek ji 5 endaman hat hilbijartin. Piştre beşek ji nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî têkoşîn û berxwedana jinan li hember êrişên pergala baviksalar, hatin xwendin.

Di dewama kongreyê de peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Piştre peyamên bi dîmen ên jinên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku lidarxistina kongreyê pîroz kirin û berdewamkirina têkoşîna ji bo azadiya tevahî jinan hêvî kirin, hatin temaşekirin.

Piştre, sînevîzyonek li ser xebatên sereke yên Kongra Star û 12 komîteyên wê hat pêşandan, raporek li ser xebatên du salên dawîn hat xwendin, tê de rewşa siyasî, doz û rewşa Rêber Abdullah Ocalan, rewşa jinan hatin nirxandin. Her wiha bal kişandin ser xebatên Kongra Star li Rojava û Koordînasyonên Kongra Star li Başûrê Kurdistanê, Lubnan, Şam û Ewropayê.

Di berdewama kongreyê de hin guhertin li ser rêgeza Kongra Star hatin çêkirin û erêkirin. Ji wan guhertinan, avakirina komîteyên din mîna “Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Komîteya Hevjiyana Azad, Komîteya Parastina Cewherî (ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Parastina Civakî-Jin pêk tê) û Komîteya Dîspilînê). Her wiha navê Komîteya Têkilî û Itîfaqên Demokratîk veguherandin Komîteya Têkilî, Itîfaq û Siyaseta Demokratîk, destpêka rêgeza Kongra Star jî li gorî komîteyên ku hatine zêdekirin, hat guhertin.

Xebatên kongreyê bi hilbijartina koordînasyonek nû ya Kongra Star a ji 7 endaman (Remziye Mihemed, Welîde Botî, Rîhan Loqo, Sûad Hesen, Hêvî Silêman, Şadiye Yûsif û Nesrîn Doko) bi dawî  bû.

BIRYAR

Kongreya 9`emîn a Kongra Star bi van biryaran bi dawî bû : “Li ser biryarên di kongreya 8`emîn de derketine ji nû ve kar bê kirin, ji bo şikandina pergala tecrîdê li Îmraliyê û belavkirina firkê Rêber Ocalan Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bê avakirin, Lidarxistina konferansekê li ser paradîgmaya Rêber Ocalan, Birxêstinkirin û mayîndekirina xebatên Kongra Star li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî, erêkirina hemû pêşniyer û biryarên di civînên salane û konferansên 2022`yan de derketine di nava sazûmaniya Kongra Star de, Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed , Hediya Ebdullah û Çîçek Harûnî yên ku di Komkujiya Teqil Beqil de şehîd bûne wekî şehîd û sembolên berxwedana gel bên hesibandin, Navê Akademiya Star a li Rimêlanê bo Akademiya Leyla Agirî bê guhertin û akademiyek navendî bi navê Şehîd Zeyneb Mihemed (Zeyneb Saroxan) li bajarê Hesekê bê vekirin, Xurtkirina rola komînan û ji nû ve aktîvkirina wan, Avakirina Komîteya Dîspilînê, Avakirina Komîteya Parastina Cewherî, Avakirina pirtûkxaneya jinê, Vekirina parka jina azad bi navê Jîna Emînî, Avakirina gundên pêşketî, Vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo kadroyê Kongra Star, lidarxistina Konferansa Mala Jinan her 6 mehan ji bo birêxistinkirina xebatên wan, xurtkirina têkiliyên demokratîk bi komîteyên ekolojiyê yên navneteweyî re.”

(cx)

ANHA