`Bi berxwedana jinan û şerê gel ê şoreşgerî em serkeftinê pêk bînin`

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşeroj ya Tebqayê panelek bi navnîşan “Bi berxwedana jinan û şerê gel ê şoreşgerî em serkeftinê pêk bînin” têkildarî girîngiya rola jinan di rûniştandina rêgezê şerê gel ê şoreşgerî de li dar xist.

`Bi berxwedana jinan û şerê gel ê şoreşgerî em serkeftinê pêk bînin`
15 ÇILE, 2023   20:45
TEBQA

Di panela ku li hola civînan a li navahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de li dar ketiye, endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê û gelek endamên rêveberiya saziyên sivîl beşdar bûn.

Di panelê de serokê Meclisa partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef axivî û behsa geşedanên dawîn ên herêmî û navneteweyî nirxandin.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îlam Mihemed jî axivî û got: “Rêgezê şerê gel ê şoreşgerî, tê wateya ku gelê li hember zulmê û zordestiyê serî hilde, bi demokrasiyê û azadiya jinê bawer e, xwe bi xwe, xwe bi rêve bibe. Ji bo dozên civaka mirovî xwedî rihê fedakariyê ye.”

Her wiha Îlam diyar kir ku pêwîstiya şerê gel ê şoreşgerî bi hişyariyekê ji aliyê gel ve li ser astên siyasî û aborî heye û ev şer tê wateya tevlêbûna gel bi pêşengiya jina azad di şerê li dijî dijmin de, ji bo ku serkeftinê li ser hemû astan pêk bînin.

Îlam destnîşan kir ku ji bo gel bigihêje şerê gel ê şoreşgerî û rûniştandina wê divê civakeke siyasî û xwedî exlaq bê avakirin ku rêgezên neteweya demokratîk û azadiya jinan ji xwe re dike bingeh.

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê panelê de parve kirin.

Di dawiyê de teqezî bi pêwîstiya xurtkirina rola jinan û girîngiya wê di sepandina rêgezê şerê gel ê şoreşgerî di nava gel de, hat kirin.

(şx)

ANHA